CENTCOM: Bi fermana Trump êrîşên nû bo ser Îranê hatin destpêkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) eşkere kir ku bi fermana Trump, wan li dijî Îranê dest bi pêleke nû ya êrîşên giran kiriye. CENTCOM diyar jî kir ku armanca van êrîşan parastina azadiya hatin û çûna keştiyan û têkbirina gefên Tehranê ye li Tengava Hurmizê ye.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) îro (Çarşem, 8ê Tîrmeha 2026ê) di daxuyaniyekê de ragihand ku li ser rênimayî û fermana Serokê Amerîkayê Donald Trump, hêzên wan dest bi operasyonên serbazî yên nû û giran li dijî Îranê kiriye; daku şiyanên Tehranê yên di têkdana ewlehiya deryavaniyê li Tenga Hurmizê de lawaz bikin.

Li gorî daxuyaniya CENTCOMê, Amerîka Dewleta Îranê li hemberî wan destdirêjiyên neqanûnî yên vê dawiyê, ku li Tengava Hurmizê bo ser keştiyên bazirganî û tîmên sivîl hatibûn kirin, bi tevahî berpirsiyar dibîne.

Berî demeka kêm berpirsekî Amerîkayî ji ajansa "Axios"ê re ragihandibû ku hêzên artêşa Amerîkayê dest bi êrîşeke berfireh bo ser çend armancên Îranê li devera stratejîk a Tengava Hurmizê kiriye.

Li aliyê din jî, çavkaniyên medyayî yên Îranê jî piştrast kiribû ku dengê çend teqînên mezin li bajarên Bender Ebas û Sîrîkê li başûrê Îranê hatiye bihîstin.