Îmarat êrîşên Îranê yên li ser Kuweyt û Behreynê şermezar dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Îmarat êrîşên Îranê bi tundî şermezar kirin, ku bi rêya moşek û dronan her du welatên Kuweyt û Behreyn kirine armanc.
Wezareta Derve ya Îmaratê îro (Pêncşem, 9ê Tîrmeha 2026ê) di daxuyaniyekê de ragihand: "Ev êrîş binpêkirineke eşkere ya serweriya her du welatên bira, Şahnişîna Behreynê û Dewleta Kuweytê, ne; hevdem li ser ewlehî û tenahiya deverê jî gefeke rasterast in."
Di wê daxuyaniyê de hat diyarkirin jî ku Îmarat bi tundtirîn awa wan êrîşan red dike û tekezê li ser piştgiriya xwe ya tam bo Kuweyt û Behreynê dike.
Wezareta Derve ya Îmaratê bal kişand ser wê yekê jî ku welatê wan piştgiriya hemî wan pêngavan dike yên ku ev her du welat bo parastina ewlehî û silametiya ax û welatiyên xwe bi cih tînin, û ragihand ku parastina ewlehiya wan pişkeke veneqetiyayî ye ji ewlehiya Îmaratê.