Reuters hûrgiliyên nû li ser tenduristiya Mucteba Xamineyî belav kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa Reutersê ji zarê çend berpirsên bilind ên Îranê aşkere kir ku her çend rewşa tenduristiya Rêberê nû yê Îranê Mucteba Xamneyî ber bi başbûnê ve diçe, lê ew hîn wekî pêdivî baş nebûye ku li cihên giştî xuya bibe; ev yek jî gumanên li ser man û nemana wî ya di jiyanê de zêdetir dike.
Ajansa Reutersê ya nûçeyan ji zarê çend berpirsên bilind ên Îranê ragihand ku her çend e rewşa tenduristiya Rêberê Îranê Mucteba Xamineyî ber bi başbûnê ve diçe; lê heta niha wekî pêdivî baş nebûye ku li cihên giştî xuya bibe û ji bo xelkê biaxive.
Mijara tenduristiya Mucteba Xamineyî û man û nemana wî di jiyanê de li navxwe û derveyî Îranê bûye cihê nîqaşeke mezin. Ji meha Adara borî ve, ku wekî cîgirê bavê xwe Elî Xamineyî hatibû destnîşankirin, heta niha ew di medyayê de jî xuya nebûye, heta ti wêne an peyameke wî ya dengî jî nehatiye belavkirin.
Tişta ku heta niha hebûye tenê daxuyaniyên nivîskî bûne ku li ser rewşa şer û peyamên siyasî tên weşandin. Mucteba heta di dema nimêja mirî û merasîma oxirkirina termê bavê xwe de jî bi ti awayî xuya nebû.
Ligel kuştina bavê wî di êrîşên roja yekê ya şer de ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve, Mucteba Xamineyî bi giranî birîndar bûbû. Ji bo demekê, Îsraîl û Amerîka li wê bawerê bû ku Mucteba jî mîna bavê xwe hatiye kuştin û di jiyanê de nemaye. Berevajî gumanên rojava, Îranê ew nûçe red kirin û tekez kir ku rêberê wan ê nû ji êrîşan rizgar bûye û hîn sax e.