Li rojhilatê Tehranê dengê çend teqînan hat bihîstin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li herêmên Pakdeşt û Qiyamdeştê yên li rojhilatê paytexta Îranê Tehranê, dengê teqînên bihêz hat bihîstin. 

Ajansa "Fars" a Îranî îro 11ê Tîrmehê ji zarê xelkê herêmê ragihand, dengê teqînan tirs û nîgeranî çêkiriye, ku di destpêkê de cih û sedema teqînan nehatibû zanîn.

Şaredarê Pakdeştê ji ajansa Farsê re aşkere kir, ev deng peywendî bi "proseya pûçkirin û jinavbirina teqemeniyan" ve heye. Şaredar bal kişand ser wê yekê ku ev çalakiyeke plankirî ye û ne bûyereke awarte ye.

Şaredarê Pakdeştê her wiha da zanîn, rewş bi temamî di bin kontrolê de ye, ti metrsî li ser jiyana welatiyan tune ye û daxwaz kir ku xelk nîgeran nebe.

Ev di demekê de ye ku piştî şerê 40 rojî yê derbasbûyî, hêzên ewlehiyê yên Îranê çendîn operasyonên taybet ji bo ji navbirin û pûçkirina paşmayên teqemenî yên şer encam dane.

Beşeke mezin a wan teqemeniyan, mûşek û dronên Îsraîlî û Amerîkî bûn ku di dema şer de ber bi çend armancan ve hatibûn avêtin, lê ji ber hin sedeman neteqiyabûn. Berpirsên Îranî jî ji bo parastina canê welatiyan, her çend rojan carekê wan paşmayan jinav dibin.

Şer di dawiya meha Sibatê ya îsal de bi êrişeke berfireh a Amerîka û Îsraîlê ya li ser paytext Tehranê dest pê kir û nêzîkî 40 rojan berdewam kir. Piştre bi navbeynkariya Pakistanê, her du aliyan agirbest ragihand.

Tevî agirbestê û îmzekirina yadaştnameyeke hevtêgihîştinê, dem bi dem êrişên Amerîkayê yên li ser Îranê û êrişên Supaya Pasdaran ên li ser baregehên serbazî yên Washingtonê yên li Rojhilata Navîn berdewam in.