Dr. Fexrî Abdo pirtûka ‘Dengname’ çap kir: Ferhenga dengên sirûştî yên Çiyayê Kurmênc
Navenda Nûçeyan (K24) – Nivîskar û bijîşkê Kurd Dr. Fexrî Abdo, berhema xwe ya nû ya bi navê “Dengname” ku vekolînek li ser onomatopoeia (lasayîkirina dengan) di zaravayê Çiyayê Kurmênc de ye, belav kir.
Pirtûka nivîskar û bijîşkê Kurd Dr. Fexrî Abdo ya ji aliyê Weşanxaneya “tîr-verlag” li paytextê Almanyayê Berlînê, hat çapkirin û belavkirin. Ev berhem ku di encama xebateke dûr û dirêj a gelek salan de hatiye amadekirin, wekî ferhengekê ye ku dengên siruştî û navên wan di devoka Çiyayê Kurmênc (Efrîn) de dide naskirin û bi mînakên dewlemend hatiye piştgirîkirin.
Deng: Rîşala herî kûr a jiyana mirovî
Dr. Fexrî Abdo derbarê felsefe û giringiya vê berhemê de ji Kurdistan24ê re axivî û bal kişand ser rola dengan di civakê de. Dr. Abdo diyar kir ku xelkê Çiyayê Kurmênc ku bi temamî Kurmancîaxiv in, peywendiyeke wan a pir kûr bi dengên sirûştê re heye. Ew dibêje: “Xelkê vê herêmê bi bangila dîkan ji xew radibin. Rewîna segan ji zûrîna guran jî ferq dikin. Ew heta bi dengê kelandina doşavê (dimis) dizanin ka kela wê gihîştiye astekê yan na. Deng ji jiyanê venaqete û bandora dengan li ser mirovan, ji texmînê pir kûrtir e.”
Nivîskar destnîşan dike ku mirov ji bera xwe de meyldarê lasayîkirin û teqlîdkirina dengên ku dibihîst bûye. Çi dengên heywanan bin wekî "qit-qita" mirîşkan, çi dengên siruştê bin wekî "guv-guva" bayê, yan jî dengên ji bedena mirov bi xwe tên wekî "kut-kuta" dil; mirov her dem hewl daye ku bi devê xwe teqlîda wan bike û bi vî awayî peyvan biafirîne.
Onomatopoeia: Ji Yewnaniya kevn heta Kurmanciya Efrînê
Di zimannasiyê de ji lasakirina zimanî ya wan bûyerên dengî yên derveyî zimanî re dibêjin “Onomatopoeia”. Dr. Abdo di pirtûka xwe de koka vê peyvê vedigerîne Yewnaniya kevn ku tê wateya “navlêkirin” an “çêkirina peyvan”.
Dr. Abdo balê dikişîne ser dîroka felsefî ya vê mijarê û dibêje: “Di felsefeya Yewnaniya kevn de, onomatopoeia wekî delîlekê ji bo naskirina asta siruştiya zimanekî dihat bikaranîn. Hin zimannasên wekî Jean-Jacques Rousseau û Johann Gottfried Herder bawer dikirin ku ev forma yekem a zimanê mirovan e, ku wekî dîtaneya 'bow-wow' tê naskirin. Her çend îro ev dîtane wekî berê neyê pejirandin jî, lê hîn jî cihê baweriyê ye ku lasayîkirina dengan roleke mezin di afirandina peyvan de lîstiye.”
‘Dengname’ û taybetmendiya zaravayê Kurmancî
Di pirtûkê de tê şirovekirin ku her çend dengekî sirûştî ji aliyê hemû mirovan ve bi heman rengî bê bihîstin jî, lê her zimanek li gorî pergala xwe ya dengî wî dengî bilêv dike. Dr. Abdo di vê xebatê de dide nîşandan ku di zaravayê Çiyayê Kurmênc de pir nav, lêker û gotin hene ku bi xwe wekî rîşalên herî kûr di dîroka axaftinê de mane.
Nivîskar mînakên balkêş dide û dibêje: “Hele carekê bêje maç! Ma ne mirov dibêje qey mirov bi rastî maç dike, û ne gotinê bi lêv dike? Yan jî gava em dibêjin firrîn, ma ne eynî wekî ku çivîkek baskên xwe li hev bixe ye?” Di pirtûkê de bi sedan mînakên wekî çirçirk, teqîn, kuxîn, empişk, xuşîn, kutan, tûkirin, pifkirin, şurruk, qijilîn, perpitîn, xirxîz, fûşt, gup û hwd. bi hûrgulî hatine şirovekirin.
Armanc: Belgekirina quncikên neron ên ziman
Tevî ku navê pirtûkê “Dengname” ye, lê Dr. Abdo hinek peyv û bêjeyên ku bi mijarê re têkildar in, wekî zimanê zarokan û bangên li ajalan jî xistine nav berhema xwe. Merema nivîskar ew e ku balê bikişîne ser wan quncikên zimanê Kurdî yên ku heta niha ronahî neketine ser wan. Ew dixwaze bi vê xebatê ferhengoka onomatopoeia berfirehtir bibe û ev şaxa giring a zaravayê Çiyayê Kurmênc bê belgekirin û parastin.
Dr. Fexrî Abdo kî ye?
Bijîşk û nivîskar Fexrî Abdo, di sala 1973an de li bajarê Efrînê ji dayik bûye. Xwendina xwe ya bijîşkiyê li Zanîngeha Helebê qedandiye û di sala 2006an de bûye Pisporê Neştergeriya Giştî. Dr. Abdo ji sala 2007an ve li Almanyayê dijî û di sala 2016an de li Berlînê bûye Pisporê Neştergeriya Xwîndamaran.
Dr. Abdo ku di sala 2020an de doktoraya xwe (PhD) ji Fakulteya Bijîşkî ya navdar Charite wergirtiye, niha li Berlînê serokatiya navendeke neştergeriya dike. Tevî kariya xwe ya giran a bijîşkiyê, Dr. Abdo salên dûr û dirêj e kar li ser komkirin û belgekirina çanda herêmî, folklor û zaravayê Çiyayê Kurmênc dike û heta niha gelek xebatên giring di vî warî de pêşkêş kirine.