Sûriye: Serkirdeyekî payebilind ê DAIŞê hat girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Navxweyî ya Sûriyeyê ragihand, di encama operasyoneke ewlehî ya berfireh de, "Waliyê Libnan û Filîstînê" yê DAIŞê Fîras Daxir û şaneya ku berpirsê teqînên Şamê bû, hatine girtin.

Wezareta Navxwe ya Sûriyeyê îro 11ê Tîrmeha 2026an di daxuyaniyekê de aşkere kir, di operasyoneke hevbeş a hêzên taybet û Dezgeha Hewalgiriya Giştî de, serkirdeyekî diyar ê rêxistina DAIŞê bi navê Fîras Daxir hatiye girtin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi girtina Daxir re, ew şaneya terorîstî ya ku berpirsê teqînên vê dawiyê yên paytext Şamê bû jî hatiye hilweşandin. Operasyonên hevdem li çend navçeyên cuda yên Şam û gundewarê wê, wekî Qetîfe, Seyîde Zeyneb, Qudisaye û Eş El-Werwer hatin pêkanîn.

Li gorî lêkolînên Wezareta Navxwe, tawanbar Fîras Daxir di nava DAIŞê de gav bi gav bilind bûye. Di destpêkê de berpirsê navçeyên "Sektora Cîdûr" û "Navçeya Rojava" bûye. Piştre ji aliyê rêxistinê ve wekî "Waliyê Libnan û Filîstînê" hat amadekirin û di heman demê de wekî pasewanê taybet ê "Xelîfeyê DAIŞê" kar kiriye.

Endamên vê şaneyê bi çendîn tawanên kuştin û diziyê tên tawanbarkirin. Hat diyarkirin ku wan ji bo dabînkirina piştgiriya darayî êrişî dikanên zêrîngeriyê li parêzgeha Derayê kirine. 

Ev operasyon piştî wê yekê tê ku roja Sêşemê li nêzî Wezareta Geştiyariyê ya Sûriyeyê du teqîn rû dabûn. Di encama wan teqînan de kesekî jiyana xwe ji dest dabû û 36 kesên din jî birîndar bibûn.

Wezîrê Navxwe yê Sûriyeyê Enes Xetab li ser platforma Xê ragihand, piştî temambûna lêkolînan, dê nasnameya hemû endamên şaneyê û hemû peywendiyên wan ji raya giştî re bêne aşkerekirin. Niha tawanbar ji bo dadgehkirinê radestî saziyên dadwerî yên peywendîdar hatine kirin.