Mesrûr Barzanî sersaxiyê ji malbata Graham û Encûmena Pîran re dixwaze
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 12ê Tîrmeha 2026ê) peyameka sersaxiyê bo koça dawiyê ya senatorê Amerîkayê Lindsey Graham belav kir û tê de ragehand ku gelê Kurdistanê her tim dostînî û piştgiriya berdewam a Graham li bîr tîne.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de dibêje: "Bi xem û kovaneka mezin ve min nûçeya koça dawiyê ya senator Lindsey Graham bihîst. Ez ji dil sersaxiyê li binemala wî, ezîzên wî û serokatî û endamên Encûmena Pîran a Amerîkayê dikim. Gelê Kurdistanê her tim dostînî û piştgiriya berdewam a Graham li bîr tîne."
It is with deep sorrow and sadness that I learned of the passing of Senator Lindsey Graham. I extend my heartfelt condolences to his family, loved ones, and the leadership and members of the U.S. Senate. The people of Kurdistan will always remember his friendship and steadfast…
— Masrour Barzani (@masrourbarzani) July 12, 2026
Ev peyama serxweşiyê di demekê de ye ku Nivîsîngeha Senatorê Partiya Komarî li Wîlayeta Karolînaya Başûr Lindsey Graham her îro di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê kir ku duhî (Şemî, 11ê Tîrmeha 2026ê) danê êvarê senator Graham ji ber nexweşiyeke kurt û ji nişkê ve, di jiyê 71 saliyê de koça dawiyê kiriye.
Jiyan û perwerdehiya Lindsey Graham
Lindsey Olin Graham di 10ê Tîrmeha 1955ê de li bajarê Centralê yê Wîlayeta Karolînaya Başûr bûye:
- Zarokatî û Berpirsiyarî: Malbata wî dukaneke piçûk a bazirganiyê hebû. Graham di jiyê ciwantiyê de dê û bavên xwe her du ji dest dan, ev yek jî bû sedem ku ji jiyê biçûkiyê ve berpirsiyariya xûşka xwe ya piçûk werbigire.
- Xwendin: Wî bawernameya bekaloryosê di warê derûnnasiyê de û paşê bawernameya qanûnê li Zanîngeha Karolînaya Başûr bi dest xistiye.
- Jiyana Taybet: Lindsey Graham qet nezewiciye û zarokên wî nînin.
Jiyana serbazî
Piştî qedandina xwendina qanûnê, Graham di navbera salên 1982-1988 de tevlî Hêza Asmanî ya Amerîkayê bû:
- Wekî parêzerê serbazî (JAG) kar kiriye û demeke dirêj li Almanyayê xizmet kiriye.
- Piştî bidawîhatina xizmeta çalak, tevlî Hêza Yedek a Hêza Asmanî bû û di sala 2015ê de bi pileya "Kolonel" xanenişîn bû.
Rêya siyasî û taybetmendî
- Destpêka Siyasî: Di destpêka salên 1990an de wekî endamê Encûmena Nûnerên Wîlayeta Karolînaya Başûr hat hilbijartin. Paşê di navbera salên 1995-2003 de bû endamê Encûmena Nûnerên Amerîkayê. Di wê demê de tevlîbûneke bibandor di dosyeya lêpirsîna serokê wê demê yê Amerîkayê Bill Clinton de kir.
- Encûmena Pîran (Senat): Di sala 2002ê de bo cara yekê wekî senator hat hilbijartin û ji wê demê ve kursiya xwe parast.
- Siyaseta Derve: Graham bi piştgirîkirina bikaranîna hêza serbazî bo parastina berjewendiyên Amerîkayê li derve dihat nasîn. Wî her tim daxwaza hebûna serbazî ya bihêz a Amerîkayê li deverên stratejîk ên cîhanê dikir.
- Hevpeymaniya Siyasî: Ew di avakirina hevpeymaniyan de ligel serokan xwedî awayekê taybet bû, heta heke di gelek mijaran de yek nebûbin jî. Bo nimûne; li destpêkê ew rexnegirekî tund ê Donald Trump bû, lê paşê bû yek ji nêzîktirîn û bibandortirîn hevpeymanên wî.
- Dengê Kurdan li Waşintonê: Lindsey Graham peywendiyeke kûr ligel serkirdetiya Herêma Kurdistanê hebû û li Waşintonê wekî dengekî mezin ê berevaniya ji mafên kurdan û hêza Pêşmergeyan dihat nasîn.