Nêçîrvan Barzanî: Lindsey Graham dostekî binirx ê gelê Kurd bû

Nêçîrvan Barzanî û Lindsey Graham
Nêçîrvan Barzanî û Lindsey Graham

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hevxemiya xwe bo koça dawiyê ya Lindsey Graham nîşan da û ew senatorê Amerîkayî wekî dostekî binirx ê gelê Kurd bi nav kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Yekşem, 12ê Tîrmeha 2026ê) li ser tora civakî ya "X"ê peyameka hevxemiyê bo koça dawiyê ya senatorê Amerîkayî Lindsey Graham belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de herwesa amaje kiriye: "Bi xem û kovaneka mezin ve min nûçeya koça dawiyê ya senator Lindsey Graham bihîst, ku dostekî binirx ê gelê Kurdistanê bû."

Serokê Herêma Kurdistanê tekez jî kiriye: "Helwest û piştgiriya bêrawestan û nesekinî ya wî senatorî bo Kurdistanê dê her tim bi rêz ve di bîranînan de bimîne. Ez ji dil sersaxiyê ji malbat, dost û hevkarên wî re dixwazim."

Nivîsîngeha Senatorê Partiya Komarî li Wîlayeta Karolînaya Başûr Lindsey Graham her îro di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê kir ku duhî (Şemî, 11ê Tîrmeha 2026ê) danê êvarê senator Graham ji ber nexweşiyeke kurt û ji nişkê ve, di jiyê 71 saliyê de koça dawiyê kiriye.