CENTCOM: Tengava Hurmizê ne di bin kontrola Îranê de ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, Tengava Hurmizê rêreweke navdewletî ye û Îran nikare çûnûhatina keştiyan rawestîne. CENTCOMê diyar kir, tevî gefên Tehranê, di heftiya borî de 140 keştî di tengavê re derbas bûne.

CENTCOMê îro 12ê Tîrmeha 2026an di daxuyaniyekê de tekez kir, Tengava Hurmizê wekî rêreweke asayî ya deryayî bi rûyê hemû keştiyan de vekirî dimîne. Ti kontrola Îranê li ser vê tengavê nîne.

Li gorî CENTCOMê, di nava du mehên borî de hêzên Amerîkayê hêsankarî û parastin ji bo derbasbûna zêdetirî 800 keştiyên bazirganî û 400 milyon bermîl petrola xav kirine. Tenê di heftiya borî de, tevî gefên tund ên Tehranê, zêdetirî 140 keştiyên bazirganî bêyî ti astengiyan di tengavê re derbas bûne.

CENTCOMê destnîşan kir, hêzên wan di amadebaşiya herî bilind de ne, da ku azadiya deryavanî biparêzin û li dijî her cure astengiyên Îranê rawestin.

Ji aliyê din ve, Hêza Deryayî ya Supaya Pasdaran a Îranê îro biryar da ku Tengava Hurmizê heta demeke nediyar bigire. Ev pêngava Îranê piştî wê yekê hat ku hêzên deryayî yên Îranê guleyên hişyariyê ber bi keştiyekê ve teqandin.

CENTCOMê îro danê sibê ragihandibû ku bi fermana Serok Donald Trump, wan li 140 armancên serbazî li hundirê axa Îranê dane . Di vê operasyona berfireh de firokeyên şer ên ji bingehên bejayî û deryayî, dron û çekên pêşketî hatine bikaranîn.