Kerkûkî: Ew parlamenterên boykot kiriye beranberî Xudê û gel tawanbar in

Kemal Kerkûkî
Kemal Kerkûkî

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Têkiliyên Giştî yê PDKê rexneyên tund li wan parlamenteran girtin ên ku rûniştinên parlamentoyê boykot kirine, û daxwaz ji wan kir ku vegerin parlamentoyê daku rêkarên pêkanîna hikûmetê bên destpêkirin.

Berpirsê Têkiliyên Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Kemal Kerkûkî îro (Yekşem, 12ê Tîrmeha 2026ê) di konfranseka rojnamevaniyê de ragehand ku parek ji parlamenteran sonda qanûnî xwariye, lê niha dewamê nakin; ev yek jî li dijî sonda wan e û li pêşberî Xudê û gelê Kurdistanê wekî tawanbar tên hesibandin.

Berpirsê Têkiliyên Giştî yê PDKê daxwaz ji wan parlamenteran kir ku wan qeyd û bendên ku partiyên wan li ser wan sepandine bişkînin û vegerin hola parlamentoyê, bêyî ku ji bo awayê dengdanê şert li ser wan bên sepandin, belkî li gorî xwestek û baweriya xwe kar bikin.

Di derheqa pêvajoya siyasî û pêkanîna kabîneya nû de, Kerkûkî tekez kir ku nabe pêngav berovajî bibin û "erebane li pêşiya hespî bê danîn". Wî ron jî kir: “Erkê yekê çalakirina Parlamentoya Kurdistanê ye. Piştre li gorî urfê demokratîk li cîhanê, ew aliyê ku piraniya dengan bi dest xistiye, cara yekê bo pêkanîna hikûmetê tê raspardin.”

Navborî herwesa ragihand: “Heke li gorî qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê wî alîyî di dema mehekê de nekarî kabîneyê pêk bîne, wê demê aliyekî din tê raspardin.”

Ev daxuyaniya Kerkûkî di demekê de ye ku ev nêzîkî du salan e hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatine kirin, lê heta niha aliyên siyasî, bi taybetî jî PDK û YNKê li ser pêkanîna hikûmeta nû li hev nekiriye. PDK wekî serkeftiya yekê û xwediya piraniya kursiyan her tim tekezê li ser mafê xwe yê destûrî dike, bo pêkanîna kabîneyê.

Li gorî qanûnên karpêkirî li Herêma Kurdistanê, piştî civîna yekê ya parlamentoyê û hilbijartina desteya serokatiyê, Serokê Herêma Kurdistanê berbijarê fraksiyona herî mezin bo pêkanîna hikûmetê di dema mehekê de radispêre.