Serok Barzanî sersaxiyê ji Mîrê Qeterê re dixwaze

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî îro (Yekşem, 12ê Tîrmeha 2026ê) di peyameka sersaxiyê de, ji ber koça dawiyê ya Mîrê Bav ê Qeterê Şêx Hemed bin Xelîfe Al Sanî, hevxemiya xwe bo Mîrê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed Al Sanî, binemala Al Sanî û gelê Qeterê diyar kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje: "Cenabê Şêx Temîm bin Hemed Al Sanî, rêzdar Mîrê Dewleta Qeterê, bi xem û kovaneka mezin ve, nûçeya koça dawiyê ya Xudêjêrazî, bavê we cenabê Mîrê Bav Şêx Hemed bin Xelîfe Al Sanî gihîşt me; ew serkirdeyê ku tevahiya jiyana xwe bo xizmetkirina Dewleta Qeterê û gelê wê terxan kir."

Di peyama Serok Barzanî de herwesa hatiye: "Di demekê de ku em hevxemiya xwe ya zêde arasteyî cenabê we, malbata we ya rêzdar, hikûmet û gelê bira yê Qeterê dikin, em ji Xudayê mezin daxwaz dikin ku Xudêjêrazî bixe ber dilovaniya xwe ya berfireh û bi bihişta berfireh şa bike, herwesa sebir û hedarê bide we."

Şêx Hemed bin Xelîfe Al Sanî kî ye?

Mîrê Bav: Şêx Hemed bin Xelîfe Al Sanî, ku li Qeterê wekî "Mîrê Bav" tê nasîn, îro (Yekşem, 12ê Tîrmeha 2026ê) di jiyê 74 saliyê de koça dawiyê kir.
Endazyarê Qetera nû: Di navbera salên 1995 heta 2013ê de, desthilata Qeterê di destê wî de bû û ew wekî endazyarê Qetera nû tê nasîn. Di desthilata serdema wî de, Qeterê pêşketineka mezin di warên aborî, hinardekirina gazê û pêgeha dîplomasî de li cîhanê tomar kir.
Radeskirina desthilatê: Di sala 2013ê de, wî bi daxwaza xwe desthilat da destê kurê xwe Şêx Temîm bin Hemed.