Nêçîrvan Barzanî beşdarî civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi armanca beşdarbûna di civîneke giring a aliyên siyasî de ber bi paytext Bexdayê ve birê ket. Tê payîn ku di civînê de serdana Serokwezîrê Iraqê ya bo Washingtonê û hevdîtina bi Donald Trump re were gotûbêjkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser vexwandna fermî ya "Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê", îro 12ê Tîrmeha 2026an ber bi paytext Bexdayê ve birê ket.

Malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de aşkere kir, Nêçîrvan Barzanî dê di civîna vê hevpeymaniyê de beşdar bibe, ku armanca sereke ya civînê, gotûbêjkirina rewşa giştî ya Iraqê, dawîn pêşketinên siyasî û geşedanên li navçeyê ne.

Li gorî daxuyaniyê, yek ji mijarên herî sereke yên ku dê di civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê de were nirxandin, bernameya serdana çaverêkirî ya Serokwezîrê Iraqê bo Washingtonê ye.

Tê payîn ku Serokwezîrê Iraqê di vê serdanê de li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump bicive. Civîna li Bexdayê dê bibe derfetek da ku aliyên Iraqî û Herêma Kurdistanê li ser mijarên giring ên ku dê bi Washingtonê re werin gotûbêjkirin, nêrînên xwe bikin yek.