Serokwezîrê Îraqê ber bi Amerîkayê bi rê ket

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî bi serdaneka fermî û bi şandeke bilind a hikûmî, aborî û darayî re berê xwe da paytexta Amerîkayê, ku armanca serekî ya serdanê guhertina formê peywendiyên her du welatan e ji hevahengiya ewlehiyê bo hevpariya aborî ya demdirêj.

Nivîsingeha Ragihandinê ya Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî îro di daxuyaniyekê de aşkere kir ku Serokê Hikûmeta Îraqa Federal Elî Falih Zeydî serê sibeha serê sibeha îro (Duşem, 13ê Tîrmeha 2026ê) wekî serokê şandeke bilind a hikûmî û aborî bi serdaneka fermî berê xwe daye Amerîkayê. 

Rojeva Serdana Elî Zeydî bo Waşintonê

Serdana Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî rojeveke berfireh a warên aborî, veberhênan û teknolojiyê vedigire, ku armanc jê guhertina xwezaya peywendiyên navbera Bexda û Waşintonê di dosiyeya ewlehiyê de bo hevpariyeka aborî ya demdirêj e.

Xalên herî girîng ên vê serdanê ev in:

Kerta Enerjî û Gazê: Pêşxistina zeviyên petrol û gazê lezkirin di pêvajoya veberhênana gaza hevpêç bo kêmkirina zayîbûna samanên xwezayî, û berfirehkirina pişkdariya kompaniyên Amerîkayî di vî kertî de.

Tora Elektrîkê û Enerjiya Nûjen: Hevkariya ligel kompaniyên Amerîkayî bo çêkirina westgehên nû yên berhemanîna enerjiyê, pêşxistina torên veguhastinê û belavkirina elektrîkê û veberhênana di enerjiya paqij de.

Damezrandina Sindoqa Veberhênanê: Nîqaşkirina pêşniyara çêkirina sindoqa hevpar a "Enerjî û Pêşxistinê" di navbera her du welatan de, daku tê de parek ji dahata petrolê bo fînansekirina projeyên stratejîk (wekî rêyan, xeta trênê, bender û bajarên pîşesazî) bê terxankirin.

Veguhastina Teknolojiyê û aboriya dîjîtalî: Anîna teknolojiya pêşkeftî ya Amerîkayî di warên pîşesazî, ewlehiya sîber (Cybersecurity), hikûmraniya dîjîtal û zîrekiya destçlkirî (AI) de.

Çaksaziya Bankî û darayî: Nîqaşkirina qonaxên çaksaziyê di kerta bankî ya Îraqê de û girêdana wê bi sîstemên darayî yên cîhanî re bo wergirtina baweriya veberhênerên biyanî.

Kertên Çandinî, Tenduristî û Perwerde: Pêşxistina pîşesaziya xwarinê, dabînkirina ewlehiya xwarinê û bihêzkirina şiyanên mirovî bi rêya hevkariya perwerdeyê û tenduristiyê.

Civîna ligel Kerta Taybet: Kirina hejmareka hevdîtinan ligel Jûra Bazrganiyê ya Amerîkayê û kompaniyên mezin ên ku dixwazin di bazara Îraqê de kar bikin.

Operasyona Dijî Gendeliyê û Çekên Koman

Ev serdana Zeydî di demekê de ye ku piştî girtina Wekîlê Wezîrê Petrolê bo Karûbarên Parzinîngehan Ednan Cumeylî û lêkolîna ligel wî, operasyoneka mezin a dijî gendeliyê hat destpêkirin û di encamê de bi dehan parlamenter, serokên partiyan û berpirsên têkelbûyî di nav gendeliyê de hatin girtin.