Amêdî: Nexweşxaneya 100 textî ya Şoreş-Hêtîtê barê nexweşên deverê sivik kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) – Pêşveçûna kerta saxlemiyê li Herêma Kurdistanê guhartinên mezin û berçav bi xwe ve dîtine; çêkirina nexweşxane û bingehên saxlemiyê bi awa û standardên cîhanî ber bi zêdebûnê ve diçe, ku nexweşxaneya 100 textî ya "Şoreş-Hêtît"ê li nahiyeya Dêrelokê ya girêdayî qezaya Amêdiyê yek ji wan projeyên e.

Welatiyek, ku nexweşîyeka domdirêj bi salan e pê re heye û ji ber dinale, di salên borî de her careka ku rewşa wî têk çûba, pêdivî bû ew gehandiba parêzgeha Dihokê lê niha rêya wî kurt bûye. Zarokên wî pesna hebûna nexweşxaneya Şoreş-Hêtîtê li devera wan dikin û xizmetkariyên wê wekî rêzgirtineka mezin li xelkê qezaya wan bilind dinirxînin.

Dîndar Selman: "Gelek Nexweşên Me Di Rêyê de Dimirin"

Dîndar Selman, wekî welatiyekî devera Amêdiyê, li ser giringiya vê nexweşxaneyê bo Kurdistan24ê got: "Ev nexweşxane bo hemî xelkê deverê, her ji Sîriyê heta ku dumahîyê, pêdiviyeka gelek giring bû. Gelek caran nexweşên me mirine heta ku me gehandine Amêdî. Bi serê min bi xwe hatiye; dinya her berf bû û viyaba ez çûbama Dihokê, lê niha ev pirsgirêk çareser bûye."

Amûrên Serdemî û Pişkinînên 24 saetî

Piraniya pişkinînên pêdivî bo welatiyan li vê nexweşxaneyê hatine dabînkirin. Bi vê çendê jî, pêdiviya welatiyan bi ti ezmûngehên (laboratorên) taybet nemaye û nexweşxane hemî xizmetkariyan pêşkêş dike.

Berpirsê Pişka Ezmûngehê li nexweşxaneyê Îbrahîm Mihemed Şerîf li ser karûbarên wan ragehand: "Rojane hema bibêje em 60 ta 70 nexweşan qebûl dikin û zêdetirî 150 pişkinînan bo wan tên kirin. Em 24 saetan di xizmeta nexweşan de ne û amûrên me hemî serdemî û nûjen in."

Li ser xwestek û rênmayiyên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di 22ê Cotmeha sala 2025ê de û bi amadebûna Serokwezîr "Mesrûr Barzanî", nexweşxaneya 100 textî ya Şoreş-Hêtîtê li qezaya Amêdiyê hat vekirin, ku bi hemî pişkên xwe ve 24 saetan pêşwaziya nexweşên parêzgeha Dihokê dike.

Standardên Cîhanî Bi Gojmekê Mezin

Nexweşxaneya Şoreş-Hêtîtê, bi bilindtirîn standardên cîhanî yên saxlemiyê hatiye çêkirin, ku li gorî zanyariyan, bi gojmê zêdetirî 43 milyon dolaran hatiye çêkirin û hemî pişkên xizmetkariyên saxlemiyê û amûrên bijîşkî yên pêdivî di nav de hene.