Gora lehengê Kurd Derwêşê Evdî hat rûxandin: Cihê wê nayê naskirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Gora lehengê dîrokî yê Kurd Derwêşê Evdî ku li gundê Edşanê yê Wêranşarê ye, rastî êrîşan hat û hat rûxandin. Welatî bang dikin ku ev mîrateya dîrokî bê parastin.

Gora lehengê navdar ê Kurd Derwêşê Evdî ku li gundê Edşanê ya navçeya Wêranşara Rihayê ye, ketiye rewşeke xirab. Tevî ku di demên cuda de ji aliyê welatiyan ve gor hatibû nûkirin û çêkirin jî, careke din hat rûxandin û niha di rewşeke wisa de ye ku cihê gorê êdî nayê naskirin.

Derwêşê Evdî, lehengekî Kurd ê sedsala 19’an e ku li herêma Wêranşarê jiyaye. Ew di dîroka Kurdan de hem bi mêrxasî û lehengiya xwe, hem jî bi evîna xwe ya bi Edûlê re cihekî nemir digire. Çîroka jiyan û berxwedana wî, bi sedsalan e di stran, çîrok û helbestên Kurdî de tê vegotin.

Derwêşê Evdî piştî ku jiyana xwe ji dest dide, li gundê Edşanê li ser girekî bilind tê veşartin. Ev gir ji her çar aliyên gund ve bi awayekî zelal tê dîtin û wekî sembola herêmê dihat naskirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine girtin, gora Derwêşê Evdî di demên cuda de gelek caran rastî êrîş û xirabkirinê hatiye. Her çiqas welatiyên hestiyar û xemxurên dîrokê çend caran gor ji nû ve ava kiribin û derdora wê sîsteman kiribin jî, êrîşên li ser gorê nesekinîn. Di rewşa dawî de, gor bi temamî hatiye rûxandin û xaka wê hatiye belavkirin, bi vî rengî cihê gorê ber bi windabûnê ve çûye.

Welatiyên Wêranşarê û dildarên çanda Kurdî, li dijî vê bêhurmetiya li hemberî dîrokê nerazîbûn nîşan dan. Welatiyan bang li sazî û rayedarên peywendîdar kirin ku xwedî li vê mîrateya dîrokî û çandî derkevin. Tê xwestin ku gora Derwêşê Evdî bi awayekî fermî bê nûkirin û bikeve bin parastinê da ku ev nirxê dîrokî ji bo nifşên pêşerojê bimîne.