Dengê çend teqînan li Bender Ebas û girava Qeşmê hat bihîstin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa nûçeyan a "Mêhr"ê ya Îranî ragehand ku dengê çend teqînên mezin li Bender Ebasê û girava Qeşmê hatiye bihîstin û metirsiya rûbirûbûneka serbazî ya mezin li avên Kendavê û Tengava Hurmizê heye.

Ajansa Mêhrê ya Îranî îro (Duşem, 13ê Tîrmeha 2026ê) ji zarê şêniyên deverê veguhastiye ku dengê teqînan li derdora Bender Ebasê û girava Qeşmê li başûrê Îranê bilind bûye.

Wê ajansê amaje bi wê yekê jî kiriye ku dengê teqînan li dûrî bajar hatiye bihîstin û wisa xuya dike ku li peravên rojavayê bajarê Bender Ebasê pêkdadanek heye. Herwesa ragehand ku pêşbîniya îhtîmala rûdana şer û rûbirûbûneka serbazî di avên Kendavê û Tengava Hurmizê de tê kirin.

Ev pêşveçûn di demekê de ne ku her îro Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragehand ku pêleka din a êrîşan kiriye ser Îranê, ku tê de bi çekên pêşkeftî û bi giranî çend pêgehên cuda cuda kiribûn armanc.