Firokxaneya Êlihê wekî firokxaneyeke navdewletî hat naskirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi biryara Serokkomarê Tirkiyeyê, Firokxaneya Êlihê êdî wekî "dergeha sînorî ya asmanî ya navdewletî" hat naskirin. Bi vê biryarê, firokxane dikare geştên derveyî welat pêk bîne.

Firokxaneya Êlihê ya li Bakurê Kurdistanê, bi biryara Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan êdî bû firokxaneyeke navdewletî. Ev biryar piştî ku di Rojnameya Fermî ya dewletê de hat weşandin, ket warê cibicîkirinê. Bi vê gava nû re, hejmara firokexaneyên navdewletî yên li Bakurê Kurdistanê gihîşt 9an.

Heta niha Firokxaneya Êlihê tenê ji bo geştên navxweyî dihat bikaranîn, lê bi statûya nû re dê êdî karibe geştên navneteweyî organîze bike. Tê pêşbînîkirin ku ev biryar bandoreke mezin li ser geşepêdana aborî û kerta geştiyariya herêmê bike.

Wezîrê Xezîne û Darayî yê Tirkiyeyê Mehmet Şimşek, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyek da û kêfxweşiya xwe anî ziman û got: "Ev biryar dê di warê bazirganî û geştiyariyê de derfetên nû biafirîne. Em ê ji bo bihêzkirina binesazî û hinartina herêmê, piştgiriya xwe ya ji bo geşepêdana aborî berdewam bikin."

Firokxaneya Êlihê cara yekem di sala 1998'an de hatibû vekirin û dest bi kar kiribû. Firokxane ku tenê 7 kîlometreyan ji navenda bajarê Êlihê dûr e, salane xwedî şiyana 2 milyon rêwiyan e û ji îro pê ve wekî firokxaneya navdewletî xizmetê dide.