Medyaya Îranê: Li çend deverên welêt dengê teqînên bihêz hat bîstin
Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) piştrast kir, wan qonaxeke nû ya êrîşên asmanî li dijî hundirê Îranê daye destpêkirin. Li gorî raporên destpêkê, li başûrê Îranê li gelek bajaran dengê teqînên pir bihêz hatiye bîstin.
Medyaya Îranê belav kir, berbanga îro 14’ê Tîrmeha 2026’an, li çend bajar û navçeyên cuda yên başûrê Îranê dengê teqînên mezin hatine bîstin.
Li gorî agahiyên destpêkê, teqîn li bajarên Bender Ebbas, bajarê Cem ê li parêzgeha Bûşehrê û her du giravên stratejîk Kîş û Qişmê pêk hatine.
Hevdem ligel dengê teqînan, Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) bi daxuyaniyekê ragihand, wan qonaxeke nû ya operasyonên xwe yên li dijî Îranê daye destpêkirin.
Berpirsekî Amerîkî ji kanala CNN’ê re aşkere kir ku armanca van êrîşan, ew baregehên serbazî ne ku sîstemên çavdêriyê, dron û sîstemên mûşekî yên Îranê lê ne.
Trump: Em şiyanên Îranê yên li Hurmizê armanc digirin
Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê operasyonê de daxuyaniyeke nû da û got: "Em wan şiyanên Îranê armanc digirin ku peywendiya wan bi Tengava Hurmizê re heye."
Trump her weha destnîşan kir, her çiqas ew bawer dike ku dorpêça aborî bandortir e, lê dîsa jî bijardeya "lihevkirinê" hîn jî li ser maseyê ye. Ev daxuyaniya Trump di demekê de ye ku wî şeva borî hişyariyeke tund dabû û ragihandibû ku ew ê îro û sibe navendên atomî yên nû yên Îranê wêran bikin.