Îmarat: Tehranê bi muşekên Krûz êrîşî du tankerên petrolê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê ragihand, Îranê li nava avên Omanê bi mûşekên Krûz êrîşî du tankerên petrolê kiriye. Di encama êrîşê de deryavanekî canê xwe ji dest da û 8 kesên din jî birîndar bûn.
Wezareta Berevaniyê ya Îmaratê îro 14’ê Tîrmeha 2026’an di daxuyaniyekê de aşkere kir, her du tankerên petrolê yên bi navê "Mombasa" û "Bahîe" li başûrê Tengava Hurmizê rastî êrîşeke mûşekî ya Îranê hatine. Hat destnîşankirin ku di êrîşê de mûşekên cureyê "Krûz" hatine bikaranîn.
Li gorî daxuyaniyê, di encama teqîn û agirê li ser keştiyan de deryavanekî bi regeznameya Hindistanê jiyana xwe ji dest da. Her weha 8 deryavanên din (6 Hindî û 2 Ukraynî) birîndar bûn ku rewşa 4 ji wan giran e. Tevî ku zirarên madî gihîştin her du tankeran, tîmên agirkujiyê karîbûn agirê ku derketibû kontrol bikin.
Hikûmeta Îmaratê ev êrîş bi tundî şermezar kir û wekî "binpêkirina aşkere ya qanûnên navneteweyî" û metrsiyek li ser ewlehiya herêmê pênase kir.
Wezareta Berevaniyl tekez kir ku Îmarat mafê bersivdayîna vê êrîşê ji bo xwe parastî dibîne û dê hemû rêkarên pêwîst ji bo parastina xak, gel û serweriya xwe ya nîştimanî bigire.
Di dawiya daxuyaniyê de, Wezaretê ragihand ku hêzên wan di asta herî bilind a amadebaşiyê de ne û bang li welatiyan kir ku tenê guh bidin agahiyên ji çavkaniyên fermî û nebin amûrê belavkirina nûçeyên nerast.