Artêşa Urdinê 4 mûşekên Îranê li asmanê xwe xistin xwarê

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Urdinê ragihand, wan 4 mûşekên ku ji aliyê Îranê ve hatibûn avêtin, li ser xaka xwe jinav birine. 

Artêşa Urdinê berbanga îro 14’ê Tîrmeha 2026’an ragihand, sîstema wan a berevaniya asmanî rûbirûyê 4 mûşekên ku ji xaka Îranê hatibûn avêtin bûye. Li gorî daxuyaniyê, her 4 mûşek hatine xistin û ti ziyanên canî an madî nehatine tomarkirin.

Supaya Pasdaran a Îranê gotibû ku wan baregeheke serbazî ya Amerîkayê ya li nava Urdinê armanc girtiye. Lê belê hikûmeta Ammanê ev yek bi tundî red kir û ragihand: "Li Urdinê ti baregeheke serbazî ya biyanî tune ye. Tenê hejmareke sînordar a hêzên navneteweyî li gorî peymanên perwerdeyê li hinek baregehên artêşa me ne."

Artêşa Urdinê tekez kir ku ew ê ji bo parastina serweriya xak û asmanê xwe û parastina ewlehiya welatiyan, rûbirûyê her cure binpêkirinê bibin. 

Ev êrîşa mûşekî ya Îranê piştî wê yekê pêk hat ku Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM), li ser fermana Donald Trump, ji bo şeva sêyemîn operasyonên xwe yên asmanî yên li dijî navendên serbazî yên li nava Îranê berdewam kiribûn. Amerîka armanc dike ku bi van êrîşan şiyanên Îranê yên li herêmê û li Tengava Hurmizê lawaz bike.