Akrê: Polîsên Daristanê 10 kes bi tohmeta nêçîra masiyan girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya bizavên berdewam ên parastina çavkaniyên masiyan û jîngeha deverê de, mefrezeyên Pişka Polîsên Daristan û Jîngeha Azadiyê ya girêdayî Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngehê yên Akrê, serkeftî bûn di girtina komekê de ko zêdegavî kiriye.

Ragihandina Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngehê ya Herêma Kurdistanê îro (Yekşem, 12ê Tîrmeha 2026ê) di daxuyaniyekê de aşkere kir ku di encama çavdêriyeka hûr û operasyoneka meydanî de li xala Bakirmanê, mefrezeyên Polîsên Daristanê şiyan 10 welatiyan bigirin.

Ew her 10 kes bi rengekê neqanûnî û bi rêya bikaranîna madeyên jehrîn mijûlî nêçîra masiyan bûn; ev kiryar jî zirareka pir mezin û giran digehîne jîngeha avî ya wê deverê.

Piştî girtina wan, rasterast dosyeya lêkolîna qanûnî bo tohmetbaran hat vekirin û ew dosye radestî Dadgeha Lêkolînê ya Akrê hatin kirin.

Paşê bi biryara dadwerê lêkolînê, ew her 10 tohmetbar hatin girtin, bo temamkirina rêkarên qanûnî û cezakirina wan li gorî qanûn û rênimayiyên karpêkirî.