Lêkolîna zanistî: Hinguvê Kurdistanê ji 'Manuka' ya New Zealandayê çêtir derket

Navenda Nûçeyan (K24) – Xwendekarê doktorayê û lêkolîner Bêlan Osman Qadir di lêkolîneke nû de aşkere kir, hinguvê Kurdistanê di hinek aliyan de ji hinguvê "Manuka" yê navdar ê New Zealandayê çêtir e û dikare di asta cîhanî de pêşbaziyê bike.

Xwendekarê doktorayê û lêkolîner Bêlan Osman Qadir ji Kurdistan24ê re encamên lêkolîna xwe ya nû derbarê kalîte û taybetmendiyên hinguvê Kurdistanê de aşkere kirin. Osman ragihand, berhema navxwe ya Kurdistanê xwedî şiyaneke mezin a pêşbaziyê ye.

Li gorî lêkolînê, hat îsbatkirin ku hinguvê Kurdistanê di warê pêkhateyên dij-oksîdan û dij-bakteriyan de pir dewlemend e. Ev taybetmendî di bihêzkirina pergala berevaniyê ya mirov de roleke sereke dilîzin. Bêlan Osman got: "Ev ne tenê komkirina daneyan e, lê belê nasandineke zanistî ya îsbatkirî ye bo hinguvê Kurdî di navendên lêkolînê û bazarên cîhanî de."

Yek ji encamên herî balkêş ên lêkolînê ew e ku hinguvê Herêma Kurdistanê di hinek aliyan de ji hinguvê "Manuka" yê New Zealandê ku wekî yek ji baştirîn û girantirîn hinguvên cîhanê tê naskirin, kalîtetir derketiye. Bêlan Osman diyar kir, ev yek asta bilind a hinguvê Kurdistanê nîşan dide, lê belê ji bo naskirina vê yekê di asta navdewletî de, pêdiviya wan bi taqîgehên pêşkeftî û bawernameyên cîhanî heye.

Lêkolîner Bêlan Osman bal kişand ser bandora xwezaya Kurdistanê û cihêrengiya kulîlkan li ser kalîteya hinguv û daxwaz kir ku taqîgehên hikûmî yên asta bilind bên vekirin. Bi vî rengî, hinguvvan dikarin bawernameyên standard bistînin û berhemên xwe mîna brandên cîhanî bidin naskirin.

Bêlan Osman di dawiya daxuyaniya xwe de du şîretên girîng li hinguvvanên Kurdistanê kirin:

1- Ji bikaranîna dermanên kîmyewî bi temamî dûr bikevin.

2- Şekirê destkir (şerbet) nedin mêşên xwe.

Her weha wî tekez kir ku şêwaz û cîhê hilanîna hinguv ji bo parastina taybetmendiyên dermanî pir girîng e û ragihand, ew ê lêkolînên xwe di vê qadê de berdewam bike.