Trump li Koçka Spî pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê kir

Donald Trump û Elî Zeydî
Donald Trump û Elî Zeydî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump li Koçka Spî pêwaziya Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî kir û biryar e piştî demeka kêm, civîna fermî ya dualî di navbera her du aliyan de bê destpêkirin.

Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî îro (Sêşem, 14ê Tîrmeha 2026ê) li serokatiya şandeka bilind gihîşt Koçka Spî li Waşintonê û ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve bi fermî hat pêşwazîkirin.

Trump li ber deriyê Koçka Spî, di çarçoveya pêşwazîkirina Zeydî de, ji rojnamevanan kir axivî û got: "Em ji Îraqê hez dikin, herwesa Zeydî kesekî gelekî baş e û dikare bi rengekê baş nûneratiya Îraqiyan bike."

Li gorî zanyarên peyamnêrê Kurdistan24ê li Waşintonê Îsa Hesen, çaverê tê kirin ku civîna nexşerê ya di navbera Donald Trump û Elî Zeydî de nêzîkî saetekê vekêşe.

Peyamnêrê Kurdistan24ê diyar jî kir ku tê çaverêkirin di vê civînê de behsa komeka mijarên giring bê kirin, bi taybetî jî pêşxistina peywendiyên dualî yên di navbera Îraq û Amerîkayê de.