Li Mereşê erdhejek bi hêza 4.2 çê bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Rewşên Awarte û Felaketê a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku li devera Bazarcixê ya girêdayî parêzgeha Mereşê, erdhejek bi hêza 4.2 pile çê bûye.

Li gorî daxuyaniya fermî ya AFADê, ev erdhej îro (Sêşem, 14ê Tîrmeha 2026ê) saet 21:27 li devera Bazarcixê ya girêdayî parêzgeha Mereşê li Bakurê Kurdistanê rû daye. Hat destnîşankirin ku kûrahiya vê erdhejê gihîştiye 8.53 kîlometreyan di bin erdê de.

Zanyar eşkere dikin ku ev erdhej li navenda Mereşê, hinek bajarên derdorê û li seranserî deverê ji aliyê welatiyan ve hatiye hîskirin. Piştî rûdana erdhejê, tîmên peywendîdar ji bo zanîna zirarên îhtîmalî yên canî û madî dest bi lêkolîn û xebatên xwe yên li qadê kiriye.