Spanya Fransayê têk bir û gihîşt fînala Kûpaya Cîhanê
Navenda Nûçeyan (K24) – Hilbijardeya Neteweyî ya Spanyayê bi ser Hilbijadeya Fransayê ket û derbasî fînala Kûpaya Cîhanê ya 2026’an bû.
Hilbijardeya Neteweyî ya Spanyayê şeva borî 14’ê Tîrmeha 2026’an, di lîstika nîvfînalê ya Kûpaya Cîhanê de rûbirûyê Fransayê bû. Spanyayê bi lîstikeke bibandor, parastineke xurt û bi encama (2 - 0) karî bilêta fînalê bi dest bixe.
Spanyayê di xuleka (22) de bi gola Mikel Oyarzabal dest bi serketinê kir. Oyarzabal gola xwe ji penaltiyê tomar kir, piştî ku Lucas Digne di nava qada cezayê de li dijî Lamine Yamal xeletî kiribû.
Di nîvê duyem ê lîstikê de û di xuleka (58) de, Pedro Porro gola duyem a Spanyayê tomar kir. Porro bi pasê Dani Olmo gihîşt golê û serketina tîma xwe mîsoger kir.
Yek ji xalên herî balkêş ên Spanyayê di vê şampiyonayê de parastina wê ye. Spanyayê di 7 lîstikan de 6 caran keleha xwe ji golan parast (clean sheet) û heta niha di seranserê kûpayê de tenê golek xwariye. Di lîstika nîvfînalê de, lîstikvanên Spanyayê karîbûn stêrka Fransayê Kylian Mbappe bi temamî pûç bikin û nehêlin êrîşberên Fransayê bigihîjin encamê.
Fînal li New Jersey ye
Spanya dê roja Yekşemê li stadyuma East Rutherford a li eyaleta New Jersey, di lîstika fînalê de rûbirûyê serketiyê lîstika Argentîn û Îngiltirayê bibe. Heke Îngiltira bi ser bikeve, fînala Kûpaya Cîhanê dê bibe dubarekirina fînala Euro 2024’an.
Lîstika nîvfînalê ya di navbera Argentîn û Îngiltirayê de dê îro Çarşemê li bajarê Atlantayê bê lîstin.
Gelo dîrok xwe dubare dike?
Spanyayê yekem car di sala 2010’an de Kûpaya Cîhanê biribû, ew serketin jî du sal piştî standina kûpaya Euro 2008’an hatibû. Niha piştî ku Spanyayê sala borî Euro 2024 qezenc kir, dîsa gihîşt fînala Kûpaya Cîhanê û dibe ku roja Yekşemê dîrok careke din xwe dubare bike.