Trump: Hefteya bê em ê westgehên elektrîkê û pirên Îranê wêran bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand, heke Tehran neyê ser maseya danûstandinan û lihevkirinekê îmze neke, ew ê qada operasyonên xwe berfireh bikin û binesaziya sîvîl a Îranê armanc bigirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvînekê de ligel kanala "Fox News"ê, hişyariyên herî tund arasteyî hikûmeta Îranê kirin. Trump got:
"Hefteya pêş dê ji bo wan pir xirab be, ji ber ku em ê westgehên elektrîkê û piran bikin armanc. Heta ku venegerin ser maseya danûstandinan, em ê hemû binesaziya wan wêran bikin."

Trump her weha da xuyakirin, roja Sêşemê peywendiya wan bi Îranê re çêbûye û wan daxwaza lihevkirinê kiriye. Herwiha tekez kir ku şiyana şer a Îranê pir lawaz bûye û êrîşên Amerîkayê dê bi biryara wî berdewam bikin.

Hevdem ligel van gefan, artêşa Amerîkayê ragihand, wan ambargoyeke deryayî ya piralî li ser benderên Îranê daye destpêkirin. Li gorî daxuyaniya artêşê, zêdetirî 20 keştiyên şer û bi sedan firokeyên serbazî di vê operasyonê de cih digirin, da ku rê li çûnûhatina keştiyan li benderên Îranê bigirin.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, wan li hundirê Îranê gelek baregehên serbazî bombebaran kirine daku metirsiyên li ser herêmê ji holê rakin. Medyaya fermî ya Îranê jî piştrast kir ku çendîn moşekên Amerîkî li Girava Qişmê ya li Tengava Hurmizê ketine, lê hûrguliyên derbarê zirarên canî û madî de parve nekirin.