Mesrûr Barzanî di salvegera hewla darbeyê ya li Tirkiyeyê de: Tundûtûjiya siyasî nayê qebûlkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di 10emîn salvegera hewla darbeya li Tirkiyeyê de peyamek weşand û ragihand, divê tundûtûjiya siyasî bi hemû şêweyên xwe bê şermezarkirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 15’ê Tîrmeha 2026’an, bi boneya 10emîn salvegera hewla darbeya 15’ê Tîrmehê ya li Tirkiyeyê, li ser hesabê xwe yê tora civakî "X"ê peyamek parve kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: "Di 10emîn salvegera hewla darbeya li Tirkiyeyê de, em rêz û pêzanînên xwe pêşkêşî wan kesan dikin ku ji bo parastina saziyên hilbijartî yên dewleta Tirkiyeyê canê xwe feda kirin. Divê tundûtîjiya siyasî bi hemû şêweyên xwe bê şermezarkirin."

Serokwezîr Barzanî di berdewamiya peyama xwe de bal kişand ser peywendiyên cîrantiyê û hêviyên xwe anîn ziman: "Em hêvî dikin ku aştî û xweşguzarî li Tirkiyeya cîranê me her berdewam be."

Di 15’ê Tîrmeha sala 2016’an de, beşek ji artêşa Tirkiyeyê ji bo kontrolkirina desthilatê li wî welatî, hewl da darbeyeke serbazî pêk bîne. Ev hewl di nava rojekê de bi şikestinê bidawî bû û di encamê de zêdetirî 250 kesan jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 2000 kesên din jî birîndar bûn.

Hikûmeta Tirkiyeyê piştî bûyerê tevgera Fethullah Gulen wekî planderê vê darbeyê tawanbar kir û dest bi helmeteke mezin a girtin û dûrxistina wan kesan kir ku destê wan di darbeyê de hebû. Her sal di vê rojê de, sazî û gelê Tirkiyeyê bîranîna vê bûyerê dikin.