Artêşa Îranê: Di êrîşeke Amerîkayê de 7 leşkerên me hatin kuştin
Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Îranê ragihand, di encama êrîşên asmanî yên Amerîkayê de 7 leşkerên wan jiyana xwe ji dest dane. Serokê Amerîkayê Donald Trump jî hişyarî da ku heke Tehran neyê ser maseya danûstandinan, dê hefteya bê binesaziya sîvîl a welat were ruxandin.
Artêşa Îranê bi daxuyaniyeke fermî ragihand, berbanga îro îro 15ê Tîrmehê hêzên Amerîkayê bi 13 mûşekan êrîşî serbazgehekê li nêzîkî bajarê Îranşehrê kirine. Di encama vê êrîşê de 7 karmendên serbazî yên artêşa Îranê jiyana xwe ji dest dan.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li ser hesabê xwe yê tora civakî "X" ragihand, wan qonaxeke nû ya êrîşên asmanî û deryayî li dijî Îranê bidawî aniye. CENTCOM’ê destnîşan kir ku di vê operasyonê de "bi dehan hedefên serbazî" yên li nêzîkî Tengava Hurmizê û herêmên peravê hatine bombekirin. Di operasyonê de firokeyên şer, dron û keştiyên şer hatin bikaranîn daku sîstemên mûşekî û dronî yên Îranê werin pûçkirin.
Ji aliyekî din ve, Serokê Amerîkayê Donald Trump, di hevpeyvînekê de ligel kanala "Fox News"ê, gefên xwe yên li dijî Tehranê nû kirin û got: "Hefteya bê dê ji bo wan pir xirab be. Heke negerin ser maseya danûstandinan, em ê hemû santralên elektrîkê û pirên wan xirab bikin. Em ê binesaziya wan wêran bikin heta ku ew neçar bibin lihevkirinê bikin."