Hunermend Îsmaîl Hîlal klîba ‘Birîna Evînê’ belav kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Hunermendê Kurd Îsmaîl Hîlal berhema xwe ya nû ya bi navê "Birîna Evînê" li ser hemû platformên muzîkê belav kir.
Hunermendê xwedî îrade û mamosteyê tembûrê Îsmaîl Hîlal, bi klîba xwe ya herî nû ya bi navê "Birîna Evînê" careke din bala hezkiriyên muzîka Kurdî kişand ser xwe.
Çîroka jiyana Îsmaîl Hîlal mînakeke mezin a berxwedanê ye. Ew dema tenê 8 salî bû, di encama teqîna mayînekê de her du çavên xwe winda kirin. Tevî vê dijwariyê jî, Hîlal dest ji jiyanê berneda û muzîk ji bo xwe wekî rênîşander hilbijart. Ew ne tenê stranbêj e, di heman demê de mamostetiya tembûrê jî dike.
Klîba strana "Birînê Evînê" bi hewldan û piştgiriya dostên hunermend hatiye amadekirin.
Hunermend Îsmaîl Hîlal xwast ku bi vê klîbê hem mîrateya muzîka herêmî biparêze û hem jî nîşan bide ku ti astengî nikarin li pêşiya afirandina hunerê bibin bend.