Mesrûr Barzanî tevlî behiya Mîrê berê yê Qeterê bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi navê xwe û hikûmetê Dewheya paytexta Qeterê tevlî merasîmên behiya Mîrê berê yê Qeterê bû û sersaxî ji Mîrê Qeterê, malbata wî û gelê wî welatî re xwest.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî vê êvarê (Çarşem, 15ê Tîrmeha 2026ê) li Dewheya paytexta Qeterê tevlî merasîmên behiya Mîrê berê yê Qeterê Şêx Hemed bin Xelîfe Al Sanî bû û ji aliyê Mîrê niha yê Qeterê Şêx Temîm bin Hemed Al Sanî ve hat pêşwazîkirin.

Malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragehand ku Mesrûr Barzanî, bi navê xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, sersaxî ji Mîrê Dewleta Qeterê, malbata wan û gelê Qeterê re xwest.

Mesrûr Barzanî hêvî jî xwest ku Xudayê mezin canê rehmetî bi bihuştê şa bike û sebr û hedarê bide hemî aliyan. Li beranberî wê yekê jî, Mîrê Qeterê spasî û rêzên taybet bo hevxemî û tevlîbûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di sersaxiya wan de diyar kir.

Şêx Hemed bin Xelîfe Al Sanî kî ye?

Mîrê Bav: Şêx Hemed bin Xelîfe Al Sanî, ku li Qeterê wekî "Mîrê Bav" tê nasîn, îro (Yekşem, 12ê Tîrmeha 2026ê) di jiyê 74 saliyê de koça dawiyê kir.
Endazyarê Qetera nû: Di navbera salên 1995 heta 2013ê de, desthilata Qeterê di destê wî de bû û ew wekî endazyarê Qetera nû tê nasîn. Di desthilata serdema wî de, Qeterê pêşketineka mezin di warên aborî, hinardekirina gazê û pêgeha dîplomasî de li cîhanê tomar kir.
Radeskirina desthilatê: Di sala 2013ê de, wî bi daxwaza xwe desthilat da destê kurê xwe Şêx Temîm bin Hemed.