Dengê du teqînên bihêz li asmanê Hewlêrê hat bihîstin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berî demeka kêm, dengê du teqînên bihêz li asmanê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hat bihîstin û şêniyên wî bajarî bi temamî hest pê kir.
Îro (Çarşem, 15ê Tîrmeha 2026ê), berî demeka kêm, dengê du teqînên bihêz li asmanê Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hat bihîstin û şêniyên wî bajarî bi temamî hest pê kir.
Ev jî di demekê de ye ku Rojhilata Navîn di qonaxeka hestiyar re derbaz dibe. Ji aliyekî ve destpêkirina zincîra êrîşên asmanî yên Amerîkayê li deverê û ji aliyê din ve jî armanckirina berdewam a bingehên serbazî yên Amerîkayê dever xistiye ser lêva teqîneka mezin.