Wezareta Pêşmerge: Wezîrê Şer ê Amerîkayê rol û pêgeha Pêşmergeyan tekez kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand ku di civîna navbera Serokwezîrê Îraqê û Wezîrê Şer ê Amerîkayê (Pentagon) de, nûnerê wezareta wan amade bûye û tê de tekez li ser rola giring a hêzên Pêşmergeyan, bi taybetî di şerê li dijî DAIŞê de, hatiye kirin.
Wezareta Pêşmerge îro (Çarşem, 15ê Tîrmeha 2026ê) di daxuyaniyekê de aşkere kir ku di civîna navbera Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî û Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth de, Lîwa Rukn Mihemed Seîd wekî Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pişkdar bûye.
Daxuyaniya Wezareta Pêşmerge bal kişandiye ser postekê Wezîrê Şer ê Amerîkayê li ser tora civakî ya Xê, ku tê de tekez kiriye ku di qonaxa bê de, hêzên Pêşmergeyan û artêşa Îraqê dê bibin hêzên serekî û bingehîn bo serkêşîkirina şerê li dijî DAIŞê. Ev yek jî bi taybetî piştî bidawîbûna erkê fermî yê hêzên Hevpeymaniya Navdewletî (OIR) li Îraqê tê destpêkirin.
Herwesa di wê daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Wezîrê Şer ê Amerîkayê tekez li ser rola hêzên Pêşmergeyan û hêzên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê mil bi milê artêşa Îraqê kiriye, ku ev jî nîşana berdewamiya baweriya Hevpeymanan bi şiyanên mirovî û serbazî yên hêzên Pêşmergeyan di rûbirûbûna terorê de ye.
Ji aliyekê din ve jî, Wezareta Şer a Amerîkayê (Pentagon) tekez kir ku bidawîanîna erkê Hevpeymaniya Navdewletî li Îraqê di dawiya meha Îlona bê de (ku dikeve 30ê Îlona 2026ê) tê bicihanîn.