Wezareta Rewşenbîrî ji welatî û medyakaran dixwaze pabendî rênimayiyan bin
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li ser wan dronên ku li asmanê Hewlêrê hatine pûçkirin, bang li hemî dezgehên ragihandinê û medyakaran dike ku pabendî rênimayiyan bin.
Wezareta Rewşenbîrî û Lawan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 15ê Tîrmeha 2026ê) di daxuyaniyekê de daxwaz ji kanalên ragihandinê, rojnamevanan û çalakvanên medyaya civakî kir ku li gorî rênimayiyên Wezareta Rewşenbîrî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hişyar bin û bi berpirsyarî tevbigerin.
Wezareta Rewşenbîrî û Lawan herwesa daxwaz dike ku di belavkirina nûçe û zanyariyan de, rêz li biryarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bê girtin, daku ewlehiya welatiyan parastî bimîne.