Diyarbekir: Rêjeya geştiyaran li gorî sala borî %35 zêde bûye

Diyarbekir (K24) – Li gorî daneyên ku Kurdistan24ê ji Wezareta Geştiyarî û Çandê ya Tirkiyeyê standine, geştiyariya Diyarbekirê di 6 mehên pêşî yên îsal de li gorî 6 mehên pêşî yên sala 2025an %35 zêde bûye, ku hem ji Rojavayê Tirkiyeyê û hem jî ji welatên Ewropayê geştiyar berê xwe didin Diyarbekirê û amaje dikin ku Diyarbekir bi çand û dîroka xwe ya dewlemend hêjayî dîtinê ye, ku esnafên kurd ên li metropolên Tirkiyeyê kar dikirin jî ji ber geşbûna geştiyariyê êdî berê xwe didin bajarê xwe.

Li gorî daneyên fermî yên Wezareta Geştiyarî û Çandê ya Tirkiyeyê, di 6 mehên pêşî yên îsal de 1 milyon û 23 hezar geştiyaran serdana Diyarbekirê kiriye û rêjeya geştiyarên ku serdana Diyarbekirê kiriye li gorî 6 mehên pêşî yên sala borî %35 zêde bûye.

Di derheqa vê geşbûn û pêşketinê de, pisporên qada geştiyariyê didin zanîn ku geştiyarên têne Diyarbekirê ji ber ku gelek ji bajêr hez dikin ji derdora xwe re jî behs dikin û dibin wesîle ku her sal bêhtir geştiyar berê xwe bidin Diyarbekirê û her wiha di warê danasînê de her ku diçe Diyarbekir deng vedide.

Rêveberê Yekîtiya Kompaniyên Geştiyariyê ya Tirkiyeyê (TURSAB) Dogan Şan di vî warî de got: “Teknolojî pêş dikeve, medyaya civakî bêhtir tê bikaranîn, ev yek dibe wesîle ku navê Diyarbekirê bêhtir bigere, gastronomiya Diyarbekirê dewlemend e, dîroka wê dewlemend e, kesên ji Stenbol bo xwarinekê tên û di roja xwe de vedigerin hene.”

Diyarbekir bi çanda xwe ya rengîn û bi dîroka xwe ya dewlemend hem ji Rojavayê Tirkiyeyê û hem jî ji welatên Ewropayê geştiyaran dikêşe û heri wiha ji bo hunermendan jî çavkaniyeke bedew e. Li gel vê rewşê esnaf jî ji eleqeya geştiyaran keyfxweş in û didin zanîn ku heke wisa bidome, dê geştiyarî sûdeke mezin bide geşepêdana aboriya Diyarbekirê jî.

Wênesaz Gulistan Yazar di vî warî de dibêje: “Dema ez li Diyarbekirê digerim, ez xwe di nav hunerekê de dibinim, Diyarbekir bi xwe huner e, dilê min pê hênik dibe, bandoreke mezin li ser wênesaziya min dike.”

Geştiyar Jefery Delevre jî dibêje: "Ez ji Fransayê hatime, Ev cara yekem e ez Diyarbekirê dibînim, bi rastî ez di nava şokê de me, min nedizanî bajarekî evqas bedew e, mirov gelek baş in, bajarek bi ewle ye, li Parîsê komeleyên kurdan hene, ez dizanim kurd milletek e ku gelek êş kêşane, li gel wan êşan dîrok û çanda xwe parastine."

Geştiyar Tuba Adana jî dibêje: “Ez ji Edeneyê têm, her sal têm, ji Diyarbekirê û Mêrdînê gelek hez dikim, bi taybetî bo minareya Çarling hatim, dibêjin dema hûn li dora minareyê 7 caran bizivirin, daxwaz û duayên we pêk tên. Ez jî zivirîm.”

Esnaf Silhedîn Cengîz jî dibêje: “Ez berê li Mêrsînê bûm, 15 roj in ez hatime Diyarbekirê û min li vê derê dest bi kar kir, geştiyarî li vê derê pêş dikeve. Em gelek memnûn in.”

Di sala borî de, 1 milyon û 600 hezar geştiyaran serdana Diyarbekirê kiriye û îsal armanc 2 milyon geştiyar in, ku daneyên 6 mehên pêşî didin nîşandan ku ev armanc dê pêk were.”