Ehmed Hoşyar: Asmanê Hewlêrê bo geştan vekirî ye
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê eşkere kir ku asmanê wî bajarî ji bo geştan vekirî ye û tevgera balafiran berdewam e. Ev piştrastkirin jî tenê saetekê piştî bihîstina dengê çend teqînên bihêz li asmanê paytextê tê.
Rêveberê Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar îro (Çarşem, 15ê Tîrmeha 2026ê) di daxuyaniyeke taybet de ji bo Kurdistan24ê ragihand: "Asmanê Hewlêrê niha bi tevahî vekirî ye û geştên asmanî bi rengekê normal berdewam in."
Ev daxuyaniya piştrastker a Rêveberê Balafirxaneya Hewlêrê piştî wê yekê hat ku beriya nêzîkî saetekê, dengê çend teqînên bihêz li asmanê bajarê Hewlêrê hatibû bihîstin, ku ev li ser îhtîmala rawestandina geştên asmanî yên balafirxaneyê nîgeranî li nik welatiyên paytextê çê kiribû.
Rêveberê Balafirxaneya Hewlêrê bi rêya Kurdistan24ê peyamek arasteyî geştyar û welatiyan kir û tekez kir ku pêvajoya rabûn û dadana balafiran li gorî bernameya wan a diyarkirî bi rê ve diçe û qada asmanî ya paytextê parastî û normal e.