Amerîkayê pêleke nû ya êrîşên asmanî li dijî Îranê dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Amerîkayê pêleka nû ya êrîşên asmanî li dijî armancên serbazî yên li nav axa Îranê dest pê kir. Ev jî wekî bersivekê ye bo wan gefên ku Îranê li ser Tengava Hurmizê çê kirine.

Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) (Çarşem, 15ê Tîrmeha 2026ê) ragihand ku saet 3:00 ê piştî nîvroyê bi dema Waşintonê, hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dest bi pêla duyê ya êrîşan li ser bingeh û şiyanên serbazî yên Îranê kir.

CENTCOMê bal kişand ser wê yekê ku êrîşan ew şiyanên serbazî yên Îranê kirine armanc, ku ji bo gefxwarina li wan keştiyan tên bikaranîn ên ku di Tengava Hurmizê re derbaz dibin; ku ev tengav rêyeka avî ya navdewletî ya stratejîk û hestiyar e bo bazirganiya cîhanî.

Artêşa Amerîkayê ragihand ku ev operasyon li ser fermana rasterast a Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar (Serokê Amerîkayê) tê kirin, bi armanca hesabpirsîna ji Îranê û rêgirtina li wan gefên ku dibin metirsî li ser azadiya hatin û çûna keştiyên bazirganî li deverê.