Artêşa Urdinê: Me 8 mûşekên Îranê şikandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Artêşa Urdinê di daxuyaniyekê de ragihand, sîstemên wan ên berevaniya asmanî heşt mûşekan bixin xwarê ku ji Îranê ve ber bi xaka Urdinê ve hatibûn avêtin.
Artêşa Urdinê ragihand, berbanga îro 16ê Tîrmehê, sîstemên wan ên berevaniya asmanî rûbirûyî 8 mûşekan bûne ku ji xaka Îranê ber bi Urdinê ve hatibûn avêtin.
Jêderekî serbazî yê Urdinî tekez kir ku her 8 mûşek li asman hatine şikandin û ti zirarên canî yan madî li pey xwe nehiştine.
Ji aliyê din ve, artêşa Îranê ragihand, wan bi rêya dironan êrîşî çendîn baregeh û saziyên serbazî yên Amerîkayê yên li welatên Kuweyt û Behreynê kiriye. Telerazyona fermî ya Îranê diyar kir ku ev êrîş wekî bersivdayîna lêdanên Amerîkayê yên li ser xaka Îranê hatine kirin.
Li gorî daxuyaniya Îranê:
- Li Baregeha Asmanî ya Elî Salim a li Kuweytê; sîstemên radarê, bataryayên Patriot û kofên sotemeniyê hatine armanckirin.
- Li Behreynê jî Baregeha Asmanî ya Şêx Îsa ya Amerîkayê rastî êrîşan hatiye.
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand, wan ji bo şeva sêyem û bi qonaxa duyem, êrîşên xwe yên asmanî yên li ser Îranê berdewam kirine. CENTCOM’ê destnîşan kir ku operasyon di saet 15:00’an de (bi dema Washingtonê) dest pê kiriye.