Li Çiyayê Garê dest bi avakirina Projeya Teleferîkê tê kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Ji bo geşepêdana sektora geştiyariyê li parêzgeha Dihokê, moleta projeya teleferîka Çiyayê Gare hat dayîn. Ev projeya ku bi budçeya 25 milyon dolarî tê avakirin, dê ji aliyê kompanyayeke Awisturyayî ve were cîbicîkirin.
Rêveberê Giştî yê Veberhênanê li Parêzgeha Dihokê Heval Sedîq îro 16ê Tîrmeha 2026an ji Kurdistan24ê re ragihand, moleta fermî ji bo çêkirina projeya teleferîkê li ser Çiyayê Garê hat derxistin. Ev çiya dikeve sînorê nahiyeya Sersingê ya ser bi qezaya Amêdiyê ve.
Heval Sedîq diyar kir, proje ji aliyê kompanyayeke navxweyî û bi hevkariya kompanyayeke pispor a Awisturyayî ve tê meşandin. Ji bo vê projeyê 25 milyon dolar hatine veqetandin. Tê payîn ku di demeke nêzîk de kompanyaya biyanî alav û amûrên xwe veguhezîne cihê projeyê û dest bi qonaxa yekem bike.
Li gorî plana karkirinê, ev projeya stratejîk ji du qonaxan pêk tê. Qonaxa Yekem dê salekê bikişîne û Qonaxa Duyem dê du salan berdewam bike heta ku proje bi hemû hûrgiliyên xwe ve bi dawî bibe.
Çiyayê Garê bi xwezaya xwe ya dilerfîn, Havînan bi hewaya xwe ya hênik û Zivistanan bi berfa xwe navdar e. Ev taybetmendî dihêle ku salane bi hezaran geştiyarên navxweyî û biyanî berê xwe bidin vê herêmê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya plana xwe ya pirrengkirina çavkaniyên dahatê de, giringiyeke taybet dide sektora geştiyariyê. Çêkirina teleferîkê li Çiyayê Garê, ne tenê dê rûyê geştiyariyê yê deverê biguherîne, lê di heman demê de dê derfeta kar ji bo bi sedan ciwanên herêmê jî biafirîne.
Beriya niha li çend deverên din ên Herêma Kurdistanê projeyên bi vî rengî hatibûn cîbicîkirin ku bandoreke erênî li ser aborî û geşedana geşiyariyê kiribûn.