Berhemanîna gazê li kêlgeha Kormorê hat rawestandin
Navenda Nûçeyan (K24) – Kompanyaya Kormorê ragihand, ji ber metirsiyên ewlehiyê û alozbûna rewşa navçeyê, wan biryar daye ku hemû damezraweyên sereke yên berhemanînê li kêlgehê bi demkî rawestînin.
Kompanyaya Kormorê îro 16ê Tîrmeha 2026an di daxuyaniyekê ragihand, wan karên berhemanînê li kêlgeha gaza sirûştî ya Kormorê rawestandine.
Kompaniya "Dana Gas"ê di daxuyaniyekê de aşkere kir ku ji ber hebûna gefeke bawerkirî li ser ewlehiyê û tundbûna rewşa navçeyê, wan biryar daye ku hemî saziyên serekî yên berhemanînê li zeviya Kormorê bi awayekî demkî daxin.
Kompaniya navborî amaje bi wê yekê jî kir ku çavdêriya rewşê berdewam e û ji bo vî meremê jî ji nêzîk ve hevahengiyê ligel saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li parêzgeha Silêmaniyê û Bexdayê dikin.
Piştî vê daxuyaniyê, Wezareta Elektrîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand ku arêşeyeka ewlehiyê li zeviya Kormorê çê bûye û bûye sedema kêmbûna hinardekirina gazê bo westgehên berhemanîna elektrîkê. Ji ber vê sedemê jî berhemanîna elektrîka nîştimanî bi rêjeya 2500 megawatan kêm bûye.
di pareka din a wê daxuyaniyê de hatiye ku, Wezareta Elektrîkê hevparên xwe agahdar kirine ku ev rewş demkî ye û hemî aliyên peywendîdar li ser xetê ne ji bo çareserkirina vê arêşeyê û destpêkirina hinardekirina gazê bo westgehên elektrîkê bi rengekê asayî.
Zeviya Kormorê: Çavkaniya Serekî ya Elektrîka Kurdistanê
Zeviya gazê ya Kormorê dikeve sînorê qezaya Çemçemalê û çavkaniya serekî ya dabînkirina gaza xwezayî ye, bo westgehên berhemanîna elektrîkê li Herêma Kurdistanê.
Di dema borî de jî, zeviya Kormorê gelek caran rûbirûyî êrîşên bi moşek û dronan bûye. Her carê jî piştî van êrîşan, pêvajoya berhemanînê rawestiyaye ku ev yek rasterast bûye sedema vemirîna giştî ya elektrîkê û kêmbûna saetên elektrîka nîştimanî bo welatiyên Herêma Kurdistanê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam ligel Hikûmeta Îraqê di nav bizavan de ye, daku zêdetir ewlehiyê bo van saziyên stratejîk dabîn bikin û rêyê li dubarebûna rûdanên bi vî rengî bigirin.