Zulfeqarî: Em dê tevahiya jêrxaneyên deverê wêran bikin

Îbrahîm Zulfeqarî
Îbrahîm Zulfeqarî

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Bingeha Navendî ya Xatemûl Enbiyayê ya Îranê hişyariyê dide Amerîkayê û gefan li tevahiya deverê dike ku ger di êrîşan de jêrxaneyên Îranê bên armancgirtin, hingê hêzên wan ên çekdar dê hemî jêrxaneyên deverê bi temamî wêran bikin.

Berdevkê Bingeha Navendî ya Xatemûl Enbiyayê Îbrahîm Zulfeqarî îro (Pêncşem, 16ê Tîrmeha 2026ê) gefeka tund arasteyî hêzên Amerîkayê û welatên deverê kir û ragihand: "Amerîkaya tawanbar li ser varêbûn û têkbirina tenahiya deverê berdewam e."

Zulfeqarî diyar jî kir: "Em di bin tu şert û mercan de û bi tu awayî rêyê nadin Amerîkayê ku wekî welatekî biyanî destwerdanê di Tengava Hurmizê de bike. Ev xeta sor e û Îran jî tu şikestinekê qebûl nake."

Îran: "Derbên me dê pir tundtir û wêrankertir bin"

Navborî bal kişand ser daxuyaniyên herî dawiyê yên Trump û got: "Gefên vê dawiyê yên Serokê Amerîkayê, ku tije gotinên vala ne, dixwazin ku artêşa wî welatî jêrxaneyên Îranê bike armanc. Lê divê piştrast bin ku hemî jêrxaneyên deverê di bin sîbera hêza polayî ya Komara Îslamî ya Îranê de ne. Di îhtîmala her êrîşekê de, dê hemî jêrxaneyên deverê wisa bên wêrankirin ku wekî qet tune bûbin."

Zulfeqarî di dawiya daxuyaniya xwe de tekez kir: "Dijminê nezan divê bizane ku ew derba hêzên çekdar ên Îranê diweşînin ne derbeka wekhev e, belkî derbeka bihêztir e; ev êrîş dê ji her demekê tundtir, berfirehtir û wêrankertir bin.”