Tehran: Amara qurbaniyên êrîşên Amerîkayê li ser Îranê hat ragihandin

Wezareta Tenduristiyê ya Îranê
Wezareta Tenduristiyê ya Îranê

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê nûtirîn amara qurbaniyên êrîşên asmanî yên Amerîkayê li ser Îranê belav kir û ragihand ku heta berbanga îro, hejmara kuştiyan gihîştiye 38 kesan û zêdetir ji 400 kesên din jî birîndar bûne, ku jin û zarok jî di nav qurbaniyan de hene.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê Husên Kirmanpûr îro (Înî, 17ê Tîrmeha 2026ê) di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê tora civakî ya "X"ê li ser zirarên mirovî yên "Şerê Tîrmehê" aşkere kir ku heta saet 06:30 ê vê sibehê, hejmara birîndarên êrîşên Amerîkayê li ser deverên cuda cuda yên Îranê ji 400 kesan derbaz bûye. Wî tekez jî kir ku ji ber van êrîşan, heta niha 38 welatî hatine kuştin.

Li ser hûrguliyên qurbaniyan jî, Kirmanpûr diyar kir ku di nav birîndaran de 22 jin û 9 kesên jiyê wan di bin 18 saliyê de hene; herwesa di nav kesên ku hatine kuştin de jî 3 jin û zarokekî di bin 18 saliyê de hene. Wî herwesa aşkere kir ku niha 47 birîndar di nexweşxaneyan de di bin çavdêriya hûr a pizîşkî de ne û rewşa wan a tenduristiyê nebaş e.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Îranê di dawiya peyama xwe de tekez li ser bandorên giran ên şer kir û got: "Tenduristî qurbaniya yekê ya şer e."

Ev amara fermî ya Îranê di demekê de ye ku ev 6 roj in alozî û pevçûnên serbazî yên navbera Amerîka û Îranê gihîştine asta herî bilind û zirarên mezin li pey xwe tînin.