Serokatiya Herêma Kurdistanê: Ev êrîş gefan li serweriya Iraqê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokatiya Herêma Kurdistanê êrîşên li ser Herêma Kurdistanê bi tundî dike, û radigihîne ku ev êrîş li ser tenahiya welat gefeka rasterast in.

Serokatiya Herêma Kurdistanê îro (Înî, 17ê Tîrmeha 2026ê) di daxuyaniyekê de aşkere kir ku armanckirina Herêma Kurdistanê û destpêkirina tundutujiyê pêşveçûneke metirsîdar û binpêkirineka aşkere ya serweriya Îraqê ye.

Di pareka din wê daxuyaniyê de hat tekez kirin: "Ev êrîş gefan li tenahiya welat dikin û li pêşiya hemî bizavên aştiyê yên deverê dibin astengî."

Ev helwesta fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê piştî wê yekê tê ku berbanga îro, çend deverên cuda cuda yên Herêma Kurdistanê dîsa rûbirûyî êrîşên moşekî û dronên bombekirî bûn.