Wezaretê Derve ya Amerîkayê: Ev êrîş binpêkirina serwerî û yekparçeyiya axa Iraqê ne
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Amerîkayê di bersiveka taybet de bo Kurdistan24ê, êrîşên mûşekî û dronî yên Îranê yên li ser Hewlêrê bi tundî şermezar kirin û ev pêngav wekî binpêkirineka eşkere ya serweriya axa Îraqê bi nav kirin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê îro (Înî, 17ê Tîrmeha 2026ê) li ser êrîşên vê dawiyê yên li ser Hewlêr û Silêmaniyê ji Kurdistan24ê re ragihand: "Em wan êrîşên Îranê yên li ser Hewlêrê bi tundî şermezar dikin."
Wezareta Derve ya Amerîkayê tekez jî kir ku ev rengê çalakiyên serbazî manaya binpêkirineka aşkere û ron a serwerî û yekparçeyiya xaka Îraqê didin.
Di pareka din a bersiva xwe de jî, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê diyar kir: "Em ligel Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî radiwestin û piştgiriya hemî bizavên wî dikin ên ku ji bo parastina gelê Îraqê tên kirin."
Ev karvedana tund a Amerîkayê di demekê de ye ku di nava 48 saetên borî de Herêma Kurdistanê du caran rûbirûyî êrîşên moşekî û dronên bombekirî bûye, ku ev jî yek bûye sedema têkçûna ewlehî û tenahiya deverê.