Dihok: Dîwana nû ya zarokan "Mêrga Awazan" a Elind Mizûrî hat îmzakirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li herêma Kurdistanê, piştgirî û dewlemendkirina wêjeya zarokan pêngaveke giring e bo parastina ziman û çanda kurdî. Di vê çarçoveyê de, li bajarê Dihokê dîwana nû ya helbestvan Elind Mizûrî ya bi navê "Mêrga Awazan" hat îmzakirin û wekî berhemekî nû yê wêjeya zarokan cihê xwe di pirtûkxaneya kurdî de girt.
Duhî Pêncşem, 16ê Tîrmeha 2026ê) li hola Yekîtiya Nivîserên Kurd (Tayê Dihokê), bi amadebûna hejmareka berçav ji nivîskar, rewşenbîr û hunermendan, merasîma îmzakirin û belavkirina dîwana "Mêrga Awazan" a helbestvan Elind Mizûrî bi rêve çû.
Dîwana "Mêrga Awazan" ji 40 helbestên zarokan pêk tê, ku mijarên wan piralî û dewlemend in; wekî mijarên perwerdeyî, fêrkarî, neteweyî, welatparêzî, exlaqî, şîret û xwezayî. Ev dîwan ji 70 rûpelan pêk tê û bi rênimayî û piştgiriya Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Dihokê, 300 kopî jê hatiye çapkirin. Pêşgotina dîwanê ji aliyê Dr. Arif Hîto ve hatiye nivîsandin û dîzayna wê jî ji aliyê Bawer Mihemed Sedîq ve hatiye kirin.
Çima "Mêrga Awazan"?
Yek ji taybetmendiyên herî serekî û balkêş ên vê dîwanê ew e ku notayên muzîkê bo hejmareka zêde ya van helbestan hatine nivîsandin, ku ev yek rasterast giringiyeke pîşeyî dide wêjeya zarokan.
Helbestvan Elind Mizûrî di derheqa hilbijartina vî navî de ji malpera Kurdistan24ê re ragihand: "Dema ku ev helbest tên xwendin, mirov dibîne ku ew ji muzîka helbestê tije ne, ku ev bixwe xaleke pir giring e di helbestên zarokan de. Herwesa, piraniya helbestên vê dîwanê bi awazên dilveker bûne sirûd û stran; ev bû sedem ku ez vî navî lê bikim."
Ev stran û sirûd berî niha di gelek kanalên cuda cuda û taybet ên zarokan de hatine weşandin û dengvedaneke baş çê kiriye; wekî kanalên Dihok TV, Kurdistan TV, Helhelok, Pêlistank û çend kanalên din.
"Xizmeta zarokan erkekê pîroz e"
Xwediyê berhemê aşkere kir ku ev dîwan berhema wî ya sêyê ya helbestên zarokan e û di eynî demê de dibe berhema 10ê di rêza tevahiya pirtûkên wî yên çapkirî de. Karên wî yên berê wiha parve dibin: 3 berhemên zarokan, 5 dîwanên helbestan bo mezinan, û 2 pirtûkên amadekirina berhemên Dîdara Edebî ya Jinan.
Helbestvan Elind Mizûrî hestê xwe li ser weşandina vê pirtûkê û peyama xwe bo zarokên kurd wiha anî ziman: "Derketina her berhemekî di her demê de hestekî xweş dide mirov lê derketina vî berhemî ku girêdayî zarokan û jîngeh û taybetmendiyên wan e, ji bo min cîhê dilxweşiyeke mezin e. Ez xizmetkirina vê texa nazik a civakê wekî erkekê pîroz dibînim, daku zarokên me ji cîhana xwe ya pirtûkan bêpar nemînin, ku di dirêjahiya dîrokê de zarokên kurd ji mafên xwe bêpar bûne."