Urdin: Me rê li êrîşên mûşek û dronên Îranê girt
Navenda Nûçeyan (K24) – Pasdarên Îranê ragihand ku wan di çarçoveya operasyona "Birûsk"ê de bingehên serbazî yên Amerîkayê li Urdinê kirine armanc. Li beranberî wê yekê jî, artêşa Urdinê aşkere kir ku sîstema wan a berevaniyê rûbirûyî êrîşan bûye û piraniya wan li asman pûç kirine.
Artêşa Pasdaran a Îranê îro (Înî, 17ê Tîrmeha 2026ê) ragihand ku di bersiva êrîşên asmanî yên Amerîkayê yên li ser axa Îranê de, wan bi mûşek û dronên bombekirî êrîşî ser bingehên serbazî yên Amerîkayê li Urdinê kiriye.
Pasdarên Îranê îdîa dike ku wan "çend balafirên tanker ên sotemeniyê û balafirên şer ên Amerîkayê" têk birine û zirareka mezin gihandiye hejmareke din jî.
Li gorî agahiyan, Îranê di vê êrîşê de ku bi navê "Operasyona Birûsk" bi nav kiriye, bingeha asmanî ya "Muwafeq Seltî" (ku wekî bingeha Ezreq tê nasîn) û bingeha asmanî ya "Şehzade Hesen" kirine amanc ku hêzên Amerîkayê lê binecî ne. Taran dibêje ku wan di vê êrîşê de bingehên radarê, sîstemên peywendiyan, embarên sotemeniyê û hangarên dronên MQ-9 Reaper kirine armanc.
Helwesta Urdinê û pûçkirina mûşekan
Ji aliyê xwe ve, Hêzên Çekdar ên Urdinê ragihand ku sîstema berevaniya asmanî ya welatê wan bi serkeftî rûbirûyî êrîşan bûye û piraniya mûşek û dronan pûç kirine, nexasim pêleka ji 8 mûşekên Îranî ku nehiştiye bigihin armancên xwe.
Berpirsên serbazî yên Urdinê tekez dikin ku tu zirarên canî yên giran an zirarên mezin ên darayî negihîştine jêrxaneya welatê wan, lê ragihandin ku: "Ji ber ketina pirtik û bermayiyên mûşekên ku li asman hatine pûçkirin, 14 welatî bi sivikî birîndar bûne."
Hikûmeta Emanê careka din tekez kir ku ew bi tu awayî rêyê nadin ku ax û asmanên Urdinê bibin qada şer an rêyek ji bo yekalîkirina hevrikiyên siyasî û serbazî yên herêmî.
Berfirehbûna eniyên şer li deverê
Ev êrîşên li ser Urdinê di demekê de ne ku her îro Îranê bi rêya mûşek û dronan êrîşî ser bingehên serbazî yên Amerîkayê li welatên Kuweyt, Behreyn, Oman û Sûriyê jî kiriye. Ev pêngav jî wekî nîşaneka metirsîdar a berfirehbûna şerê rasterast ê navbera Waşinton û Tehranê li Rojhilata Navîn tê dîtin.