The New York Times: Amerîka û Îran nêzîkî şerekî mezin bûne
Navenda Nûçeyan (K24) – Rojnameya "The New York Times"ê ya Amerîkayî di raporeka nû de aşkere kir ku piştî kuştina du serbazên Amerîkayî di êrîşeka moşekî ya Îranê de li Urdinê û bersivdana tund a Waşintonê bo ser axa Îranê, her du welat gihîştine ber lêva rûbirûbûneka serbazî ya mezin û rasterast.
Rojnameya "The New York Times"ê ya Amerîkayî îro (Yekşem, 19ê Tîrmeha 2026ê) di raporeka nû de ragihand ku di encama êrîşeka moşekî ya Îranê de bo ser bingeheka serbazî li Urdinê, ku hêzên Amerîkayê lê binecih in, du serbazên Amerîkayî hatine kuştin, çendîn serbaz birîndar bûne û serbazek jî winda ye.
Rojnameya navborî herwesa nivîsiye: “Ev car yekê ye piştî şikandina agirbesta dawiyê, ku serbazên Amerîkayî di êrîşeka rasterast a dijminkarane de tên kuştin, ku bi vê yekê jî hejmara kuştiyên artêşa Amerîkayê ji destpêka vî şerî ve gihîşt 16 serbazan.”
Li gorî wê raportê, ev êrîş dibe êrîşa çarê ya Îranê bo ser Urdinê di nava pênc rojan de, ku ev yek giringiya stratejîk a wî welatî wekî yek ji mêvandarên serekî yên hêzên Amerîkayê li deverê nîşan dide.
Bersivdana Waşintonê û berfirehbûna eniyên şer
Artêşa Amerîkayê îro ragihand ku wan wekî bersiv hejmareka êrîşên asmanî biriye ser bingehên çavdêriya deryayî, sîstemên berevaniya asmanî û pêngehên artêşa Pasdaran a Îranê di navxweya axa Îranê de, ku wekî berpirsyar ji êrîşa li ser Urdinê tên hesiabdiin.
Di beramber de, Îranê êrîş bir ser welatên Kuweyt û Behreynê:
Kuweyt: Hikûmeta Kuweytê ragihand ku dezgeheke petrolê, westgeheka elektrîkê û yekeyeka çareserkirina avê kirine armanc.
Behreyn: Televizyona fermî ya Behreynê aşkere kir ku wan çend êrîşên asmanî yên Îranê li asmanê welatê xwe pûç kirine.
Ceribandina dijwar a Trump û rawestana dîplomasiyê
Wezîrê Şer ê Amerîkayê Pete Hegseth ragihand ku kuştina serbazan "tenê cidîbûna me zêdetir dike." Lê "The New York Times" diyar dike ku ev alozî Serokê Amerîkayê Donald Trump dixin nav ceribandineka dijwar ka dê çawa vî şerî bi rê ve bibe, ku berî çar mehan wekî mil bi milê Îsraîlê dest pê kiribû; ji ber ku Trump soz dabû ku ev helmet kurt û yekalîker be, lê şer dirêj bû û bû sedema têkçûna bazara enerjiya cîhanê.
Tevî tundbûna êrîşan, tu asoyeka zelal bo destpêkirina bizavên dîplomatîk nîne. Rêberê Îranê Mucteba Xameneyî Amerîka bi binpêkirina lihevkirina agirbestê ya meha Hezîranê tohmetbar kir û ew lihevkirin "bêbiha" bi nav kir.
Li gorî amarên Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, ji 27ê Hezîranê ve ji ber êrîşên Amerîkayê zêdetir ji 50 kesan hatine kuştin û zêdetir ji 500 kesan jî birîndar bûne. Di eynî demê de, hatin û çûna keştiyan li Tengava Hurmizê bi tevahî rawestiyaye û Amerîkayê dorpêça li ser benderên Îranê dîsa nû kiriye.