Hoşyar Zêbarî destkeftiyên serdana Zeydî bo Amerîkayê bilind dinirxîne
Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pîrozbahî li Serokwezîrê Îraqê kir, ji ber serkeftina serdana wî ya bo Amerîkayê, û ragihand ku ev serdan dê hevkariyeka stratejîk a nû û berhemdar bo Îraqê çê bike.
Endamê Desteya Kargêrî ya Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî îro (Yekşem, 19ê Tîrmeha 2026ê) li ser hesabê xwe yê tora civakî ya “X”ê peyamek weşand û tê de ragihand: "Em pîrozbahiyê li Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî dikin bi helkefta serdana wî ya serkeftî bo Amerîkayê, ku armanc jê dariştina hevkariyeka stratejîk a berhemdar û bibandor e di warên aborî, bazirganî û siyasî de, daku paşerojeka baştir bo welatê me bê dabînkirin."
Hoşyar Zêbarî herwesa destnîşan jî kir ku awayê pêşwaziya fermî ya Serokatiya Amerîkayê li Serokwezîrê Îraqê û îmzakirina yadastnameyên jihevfêmkirinê di warên giring ên wekî darayî û enerjiyê de, wekî berçavtirîn û giringtirîn destkeftiyên vê serdana dîplomatîk tên hejmartin.
Hevdîtina ligel Trump û qonaxa nû ya aborî
Ev helwesta serkirdeyê PDKê di dema de ye ku Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî li roja Duşemê, 13ê Tîrmeha 2026ê, bi serokatiya şandeka bilind a hikûmetê de gihîştibû Waşintonê.
Zeydî di qonaxa yekê ya serdana xwe de ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump civiyabû. Trump tevî diyarkirina kêfxweşiya xwe bo vê hevdîtinê, piştgiriya xwe ya tam bo bizavên Zeydî di birêvebirina welat û bihêzkirina peywendiyên ligel Amerîkayê de diyar kiribû.
Serokwezîrê Îraqê li roja Şemiyê, 18ê Tîrmeha 2026ê, dawiya geşta xwe ya bo Amerîkayê ragihand û spasiya rêveberiya Trump û gelê Amerîkayê kir, ji ber wê pêşwaziya germ. Wî tekez li ser bicihanîna wan lihevkirin û yadastnameyên hatine îmzakirin jî kir û ew wekî destpêka qonaxeka nû ya "hevkariya aborî û pêşketinê" bo Îraq û deverê wesif kir.