Serokwezîrê Îraqê li dawiya vê heftiyê serdana Îranê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Derve ya Îraqê ragihand ku Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî di dawiya vê heftiyê de dê serdana Komara Îslamî ya Îranê bike, daku çend yadastnameyên jihevfêmkirinê îmze bike.
Wezareta Derve ya Îraqê îro (Yekşem, 19ê Tîrmeha 2026ê) di beyannameyekê de diyar kir ku Cîgirê Wezîrê Derve yê Îraqê bo Peywendiyan Mihemed Husên Behrululûm pêşwaziya Balyozê Îranê li Îraqê Kazim Al Sadiq kiriye.
Di wê rûniştinê de, herwesa her du aliyan behsa peywendiyên dualî yên navbera Îraq û Îranê û bernameya karên serdana çaverêkirî ya Serokwezîrê Iraqê bo Tehranê kiriye.
Herwesa her du aliyan di wê rûniştinê de bal kişandiye ser amadekariyan bo îmzakirina komeka yadastnameyên jihevfêmkirinê di warên cuda cuda yên hevkariya hevpar de, ku armanc jê bihêzkirina peywendiyan û parastina berjewendiyên hevpar ên her du welatan e.
Serokwezîrê Îraqê Elî Falih Zeydî pêştir li roja 13ê Tîrmeha 2026ê, bi serokatiya şandeke bilind a hikûmeta, serdana Waşintonê kir.Bi wê serdanê, qonaxeka nû û stratejîk di peywendiyên dualî yên navbera her du welatan de hat destpêkirin.
Di destpêka wê serdanê de, Zeydî ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump civiya û Trump piştgiriya xwe ya tam bo bizavên wî yên di birêvebirina welat de diyar kir; her di wê serdana dîplomatîk de, ku di 18ê Tîrmehê de bi dawî bû, çend yadastnameyên jihevfêmkirinê yên giring di warên aborî, darayî û enerjiyê de jî hatin îmzakirina, ku wekî binyateke nû ji bo "hevpariya aborî û pêşketinê" li Îraq û deverê tên hejmartin.