Şêxan: Havîngeha Geliyê Qiyametê salane pêşwaziya bi hezaran geştiyaran dike

Geliyê Qiyametê
Geliyê Qiyametê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li sînorê qezaya Şêxanê hejmareka cihên geştiyarî, şûnwarî û olî heye û her sal bi hezaran geştiyar seredana wan cihan dikin. Her çend ew cih di salên dawiyê de pêş ketine jî, lê geştiyar daxwaz dikin ku xizmetkariyên zêdetir li wan cihan bên bicihanîn.

Geliyê Qiyametê: Cihê herî navdar ê deverê

Geştiyar herî zêde berê xwe didin navdartirîn cihê geştiyariyê li sînorê qezaya Şêxanê, ku ew jî Havîngeha Geliyê Qiyametê ye li nahyeya Etrûşê. Geştiyar û seyranî ji her derê hatine, daku demên xweş li vî cihê fênik biborînin.

Ebdulkerîm Mihemed, ku geştiyarekî ji bajarê Mûsilê ye, li ser hatina xwe ya bo vê deverê ji Kurdistan24ê re ragihand: "Em ji Mûsilê hatine vê derê, daku hinek demên xweş biborînin. Kurdistan bi rastî gelek xweş e, lê vê havîngehê pêdivîtî bi zêdetir xizmetkariyan heye, bi taybetî wekî destşoyan û xeta înternetê."

Herwesa Gûzê Îbrahim wekî seyraniyek û Salem Mihemed wekî Rêveberê Havîngeha Geliyê Qiyametê di daxuyaniyên xwe de tekez li ser giringiya vî cihê fênik û siriştî kir, lê di eynî demê de bal kişandin ser hewcedariya wî ya bi projeyên xizmetkariyê jî.

Plana Rêveberiya Geştiyariyê ya Şêxan bo Pêşxistina Deverê

Ji aliyê xwe ve, Rêveberiya Geştiyariyê ya Şêxanê jî aşkere kir ku wan planeka nû bo veberhêneran amade kiriye, daku di kerta geştiyariyê de rolekî zêdetir û çalaktir bilîzin û kêmasiyên havîngehan çareser bikin.

Rêveberê Geştiyariyê yê Şêxanê Idrîs Cercîs di daxuyaniyekê de bo K24ê ragihand ku planên wan girêdayî afirandina derfetan bo kertê taybet û veberhêneran in, daku jîngeha geştiyariyê li Şêxanê dewlemendtir bikin.

Li sînorê qezaya Şêxanê zêdetir ji 40 cihên geştiyarî, şûnwarî û olî hene, û salane zêdetir ji 200 hezar geştiyar û ziyaretkaran seredana wan deran dikin. Yek ji bernameyên sereke yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê çêkirin û xweşkirina rê û piran li vê deverê ye, ku ev pêngav bi xwe bûye sedema vejandina kerta geştiyariyê li Şêxanê.