3 hezar ton pîvazên Kurdistanê bo derve tên hinardekirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoveya hewildanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo firotina berhemên navxweyî li bazarên cîhanê, 3 hezar ton pîvazên devera Berdereşê ber bi Tirkiyeyê ve tên hinardekirin.
Rêveberê Giştî yê Çandiniyê li Parêzgeha Dihokê Ehmed Cemîl îro 19ê Tîrmeha 2026an, di daxuyaniyekê de ji bo malpera Kurdistan24ê ragihand, pêngavên hinardekirina berhemên çandiniyê yên Kurdistanê bo dervayî welat berdewam dikin. Cemîl destnîşan kir ku ev yek bi piştgiriya rasterast a hikûmetê pêk tê.
Li gorî zanyariyan, kompanyaya bi navê "Zengenan" li navçeya Berdereşê dest bi hinardekirina 3 hezar ton pîvazên Kurdistanê bo welatê Tirkiyeyê kiriye. Ehmed Cemîl diyar kir, ev pêngav dê bibe sedema geşepêdana sektora çandiniyê, piştgirîkirina cotkaran û peydakirina bazarên nû li dervayî welat. Her wiha, ev hinardekirin îsbat dike ku kalîteya berhemên Kurdistanê di asteke bilind de ye.
Rêveberê Giştî yê Çandiniya Dihokê her wiha aşkere kir ku tê bende ne di pêşerojê de, ji bilî vê rêjeyê, pîvazên zêdetir bo Tirkiyeyê û welatên din ên herêmê werin hinartin.
Navçeya Berdereşê ya ser bi parêzgeha Dihokê ve, wekî yek ji dewlemetirîn deverên Kurdistanê di warê çandiniyê de tê naskirin. Li vê deverê salane bi hezaran ton pîvaz, petate û genim têne berhemanîn. Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Kabîneya Nehem de giringiyeke taybet daye pirrengkirina aboriyê û dîtina bazarên navdewletî ji bo berhemên cotkarên Kurd.
Pêştir jî Herêma Kurdistanê berhemên wekî hinar, sêv, hinguv û petate hinartibûn welatên Kendavê û welatên din ên navçeyê, ku vê yekê rûpeleke nû di aboriya Kurdistanê de vekiriye.